Kurd û Roja Zimanê Zikmakî…

Kurd û Roja Zimanê Zikmakî…

Nivîskar: İkram Oguz

 

21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ye.

Ez difikirim, ku tenê em Kurd bi mebesta vê rojê di salê da carek zimanê xwe yê zikamkî tînin bîra xwe û bi hevokek pîroz dikin…

Dû ra pişta xwe didin hîmê hebûna xwe û jê dûr disekinin…

Jiber ku em ji gotinên mezin û barê giran hez dikin, ew gotinên ku ji dev derdikevin û difirin, barên ku ji dûr va jî hê xûya nakin…

Jîyana xwe bi daw û doza ji bo daxwazên ku nikarin bînin cih derbas dikin…

Lêbelê kar û barên sivikên ku bikaribin bi tena serê xwe û bi hêsanî bînin cîh, nakin û heta qasî ku ji dest were ji wan dûr jî dikevin.

Em Kurd di mijara ziman da jî bi heman helwestê tevdigerin.

Wek tê zanîn, em ji bo mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî komelan ava dikin…

Derdikevin kûçe û kolanan û çalakîyên girseyî li dar dixin…

Sedem çalakî û daxwazên xwe, ji alî hêzên dewletê va tên girtin…

Di heps û zînadanan da zilm û zordarîyeke bê pîvan dibînin…

Lêbelê di jîyana xwe ya rojane da ya jî di nav mala xwe da, zimanê xwe yê şirîn bi kar naynin. Heta di nav mala xwe da rola dewletê dilîzin û xwe çerxa pişaftinê bi destê xwe digerînin.

Mînakên ku ev nêrîna min pesend bikin zêde ne, lê ez naxwazim bi nîşandayîna hemûyan nivîsê dirêj bikim.

Lê dixwazim ji encama rapirsîya ku Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê çêkirîye, çend mînakan nîşan bidim.

Rapirsî di navbera 28ê Kanûna Paşîn û 11ê Sibatê da, li 15 bajrên Bakûrê Kurdistanê û 6 bajarên Tirkîye, bi beşdarîya 1285 kesan va hatîye kirin.

Mijara rapirsîyê rewş û bikaranîna zimanê zikmakî ye.

Kesên beşdarî rapirsîyê bûne % 97,5 Kurd in û ji wan jî

Kurmanc:          % 80,4

Kirmanc/Zaza: % 17,0 ye.

Rêjeya kurdên ku perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin % 97,80 ye.

Ev jî tê vê wateyê, ku kurdên beşdarî vê rapirsîyê bûne, % 100 mafê perwerdeyî ya bi kurdî ji dewletê dixwazin, ku ev helwesteke hejayî pesindayînê ye.

Lêbelê di navbera daxwaz û helwesta wan a li hevdu nagire.

Gor encamên rapirsîyê rêjeya ji beşdarvanên ku di mala xwe bi kîjan zimanê diaxifin wiha ye:

Kurdî:                         % 41,7

Tirkî :                          % 35,9

Kurdî û Tirkî:            % 14,9

Kirmanckî/Zazakî : % 06,9

Ev encam bi zelalî nîşan dide, ku kurdên ji dewletê mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî dixwazin, nîvê wan di mala xwe da gor daxwaza xwe tevnagerin.

Li dervayî malê rewş bêtir xirab e.

Zimanê ku beşdarvan li kolanan û jîyana xwe ya civakî da pê diaxifin jî wiha ye:

Tirkî:                           % 67,8

Kurmancî:                 % 30,0

Kirmanckî/Zazakî: % 02,2 ye.

Rêjaya bikaranîna zimanê dayîkê, ku di mal da kêm zêde % 50, li dervayî malê hema hema nivê dadikeve xarê û dibe % 32.

Di lêkolînê da encameke din a balkêş jî heye, ku ew jî di derbarê rewşa dê û bavan a di nav malê da ye.

Gor wê encamê rêjeya axaftina dê û bavan a bi zarokên xwe ra wiha ye.

Dayik:  % 69,8

Bav:     % 70,0 ye.

Çima balkêş e?

Jiber ku ziman wek zimanê dayîkê tê binavkirin, lê gor encama vê rapirsîyê, piçek be jî bav ji dayîkan zêdetir lê xwedî derdikevin û bi kar tînin.

Ev yek jî gotina pêşîyên me pesend dike, ku wan cîhê bila bêsebeb negotine zimanê bav û kalan…

Di rapirsîyê da gelek pirsen din jî hatine kirin û encamên gelek balkêş jî hatine bidestxistin, ku kesên di warê ziman da kar û xebatê dikin, dikarin jê sûd bigrin.

Bi kin û kurtayî encama rapirsîyê jî bi zelalî nîşan dide, ku Kurd ji kar û barê ku dikarin bi tena sere xwe bîkin, direvin û jê dûr dikevin.

Lê li ser bilindkirina barên ku hê nehatîye ber wan, gotinên ji hêza xwe mezintir dikin û xwe dixapînin.

Bi pîrozbahîya di salê da carek va jî mkêmasîya xwe vedişêrin.

Çawa ku dibêjin, bi gulek va bihar nayê…

Bi pîrozbahîya di salê da carekî va jî zimanê me yê li ber mirinê jî ji mirinê xilas nabe.

Dema ku mirov qala mirina ziman bike, hinek bertek nîşan didin û dibêjin, “Zimanê Kurdi zimaneke xwezayî û dewlemend e. Heta roja îro nemirî ye û ji îro pê va jî namire…”

Ev nerîn jî bi awayek rast e.

Lêbelê ji bo her kurdê ku zimanê xwe nizanibe, Kurdî ji bo wan zimanekî mirî ye.

Loma divê her Kurd ne di salê da rojek, her roj li zimanê xwe yê şirîn xwedi derbikeve û jîndar bike.

Jiber ku ziman hîmê hebûna me ye!

20.02.2025

ikramoguz@navkurd.com

 

XELAT