Ebdirihman Ehmed: Miletê Silêmaniyê gelekî mîvanperwer û şêrîne
Hunermend û dengbêjê kurd ê resen taybet bo Xelatê dipeyîve
Ebdirihman Ehmed: Miletê Silêmaniyê gelekî mîvanperwer û şêrîne
Hunermendê Kurd yê çiyayê Kurmênc Efrînê mamosta (Ebdirihman Ehmed Koran) bû mîvanê kovara Xelatê li bajarê Silêmaniyê û hevpeyvînek taybet ji aliyê Sernûserê kovara Xelat (Hozan Efrînî) pêre hate kirin ku têde behsa resentiya huner û stran û kultura kurdî ya çiyayê kurmênc û meşa mamosta (Ebdirihman Ehmed) hate kir.
Eve jî naveroka hevpeyvînê ye:
Hozan Efrînî: Hunermend û Helbestvan û Dengbêjê Kurd yê herêma Efrînê ji gundê Koran mamosta (Ebdirihman Ehmed) kesayetiyekî gelekî dêrîne di warê vejandina resentiya huner û çanda kurdî, ji ber fişarên rêjîma berê ya Sûriyê ji Herêma Efrînê diçe Helebê û ji wir koçberî welatê Siwîsrayê û li wir dijî lê berdewam dibe di parastina û vejandina çand û wêjeya Kurdî û sindoqê reş ya hunerê kurdî û entîkaye hunera kurdiye ku dewlemende bi edeb û wêje û çanda kurd a resen îro mîvanê Xelata kurmancaye li bajarê Silêmaniyê û malpera Xelat hevpeyvîneke taybet ku ji aliyê sernûserê kovara Xelatê pêre hate kirin.
Mamosta û hunermendê dêrîn ê kurd (Ebdirihman Ehmed Koran) di destpêka axaftina xwe de spasiya Silêmaniyê û miletê Silêmaniyê û kovara Xelatê kir li ser ew pêşwaziya germ û dilsoz.
Ebdirihman Ehmed: Huner edeb e û eger tikê fêrî edebiyata kurdî bibe tuyê guhdarî hunermendan bike stran û dengbêjiya kurdî vedigere hezar salan ve, edebiyat û wêjeya kurdî bi riya huner û stranan hatiye parastinê heta roja îro.
Gelek destanên kurdan bi rêya stran û dengbêjan hatiye parastin û vejandin û hunera kurdî bi taybetî ya çiyayê kurmênc heta 5 hezar salên din jî wê were vejandin û tune nabe.
Stranbêj bi helbestvan û awazdaner ve girêdayî ye, hemû dîroka kurdî di stranên kurdî de hene û karê stranvanan gelekî giring û pîroze û divê giringî bi stranên kevnar ên resen bên berdewam kirin û vejandin. Karê hunerê girane û dive kultura me zindî bimîne. Her weha bang li hunermendên kurd ên li derveyî welat dike ku bên serdana Herêma Kurdistanê û bi taybetî Silêmaniyê bikin.
Hozan Efrînî: Hunermend Bavê Selah hat serdana Silêmaniyê û Apê Adîk jî hat serdana Silêmaniyê û Helebçe jî kir û eve jî gelekî giringe ku hunermendên me serdana Kurdistanê kirin. Ez û hunermend (Îqbal Hîcabî) sala 1995`an em çûn serdana Elî Tico kir û em îro jî kêfxweşin ku bi hevre gotûbêj bikin. Hûn li ser bavê Selah çi dibêjin?
Ebdirihman Ehmed: Bavê Selah, di warê hunerê de gelekî hêjaye û dengê xwe gelekî xweşe ji dayîka xwe stranên kurdî ên resen wergirtibûn û dayîka wî jî ji bavê xwe bir û strana (Delêl) gelekî xweş gotiye. Apê Adîk jî merangoz bû tembûr jî çêdikirin û ji min re jî tembûrek çêkir.
Mamosta (Ebdirihman Ehmed) behsa çîroka rasteqîne ya Derwêşê Evdî û eşqa wî ji Edûlê re dike, û dibêje çîroka Derwêşê Evdî destan ne efsaneye ku rastiya dîroka Kurd û Kurdistanê ye.
Hozan Efrînî: Peyama we ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê ên li Herêma Kurdistanê çiye?
Ebdirihman Ehmed: Ez daxwazê ji gelekê me yê Rojavayê Kurdistanê yê li Herêma Kurdistanê dikim ku ziman û çand û wêjeya xwe biparêze û karê xwe bike û bişûxulin bixebitin û destê xwe li ber tu kesî dirêj nekin û qîmeta xwe zanibin û qîmeta zimanê xwe yê dayîkê zanibin û qîmeta destkeftiyên ku niha li Rojavê Kurdistanê henevû çêbûne bizanibin. Di dawiyê de ez pir spasiya kovara Xelatê dikim li ser vê hevpeyvînê.
Hevpeyvîn: Hozan Efrînî
Xelat
