Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê li Almanya birêve diçe
Festîvalek bi navê (Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê) ku hêjmarek tabloyên hunermendan dê bên nîşandan û li welatê Almanyayê roja 4/11/2023 wê birêve biçe.
Derbarê festîvalê de endama lîjneya amadekar ya festîvalê (Nesrîn Serxoşî) beşdarî bernameya Xelata Kurmanca ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê bû ku ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin.
Nesrîn Serxoşî diyar kir ku, ji 1/8/2023 ve wan festîvala xwe ragihandine û hêjmarek ji şêwekarên Kurd yên ji her çar parçeyên Kurdistanê cihê xwe di komîteyên amadekar yên festîvalê de digrin û heya niha hêjmarek baş ji tabloyan gihêştiye destê wan bi rêya înterenêtê ku 156 tablo ne her weha 56 şêwekar jî bi awayekî aktîv beşdarî pêşangehê dibin.
Serxoşî ew yek jî aşkere kir ku armanca festîvalê ewe ku hêjmarek baş ji hunermendên şêwekar yên Kurd hene lê nediyarin û ev festival dê rêyek bê ku hemû hunermendên şêwekarên Kurd hevdû nas bikin û di heman demê de bi xelkê dunyayê şêwekariya Kurdî bidin naskirin.
Hozan Efrînî di gotina xwe de rexne li rêveberên festîvala Kobanê ya filman digre ku berya wê hatibû li darxistin û ji aliyê heman kesan ve hatibû birêvebirin dike ku kesên xwedî rolên giring hebûne di serdema berxwedana Kobanê de û kesekî weko derjênerê ciwan ê Lobamî Şîrwan Qasim ku filmên belgesel bi awayekî zindî li ser kobanê çêkirin û her weha gelek rojnamevanên navdar jî berxwedana Kobanê bi wêne û nivîs û vîdyoyan belge kirin di festîvala Kobanê de amadebûna wan tune bû nehatibûn vexwendin. Her weha di vê festîvalê de jî ya bi nave Efrînê jî gelek kesên navdar yên Efrînê nehatine agahdarkirin û vexwendinê.
Di vê derbarê de jî Nesrîn Serxoşî diyar dike ku du kesên Efrînî di nava komîteya amadekar û hin lîjneyên din de hene lê ji berkû ew endameka nû ya vê festîvalê ye agahiyên berferehtir li berdest nîne. Diyar jî kir kku raste hin rexne tên kirin lê ew di wê baweriyê de ye ku wê di pêşerojê de ev rexne liber çavan bê girtinê daku kesên din di komîteya amadekar û beşdarvanan jî amadebin û her weha gelek şêwekarên Efrînî beşdarin û texsîrî tune ne di vî warî de.
Her weha pêşkêşar Hozan Efrînî ew yek jî anî ziman ku ev çalakiyên weha gelekî giringin ji bo dîrokê û dibe sibe festîvalek ji bo Serêkaniyê yan Girêspî jî werin lidarxistin daku hemû kes têde beşdar bin û kes neyên paşguh xistin.
Ji aliyê xwe ve mamosta Nesrîn Serxoşî da zanîn ku, armanca festîvalê gelekin û ew dixwazin bi rêya festîvalan nîşanî gelê Kurdistanê û cîhanê û Ewropiyan bidin ku Kurd ne yê ku alayan hiolde û derkeve ser cadeyane û kurd ne tenê yê şeran û kuştinê ye belkû kesên rewşenbîr û hunermend û şêwekar hene em dikarin karine li Ewropa bikin ku berdewamî hebe, raste xelkê me Efrînê gelekî rexne dikin lê divê di Karin weha em spasiya hev bikin û her care em karekî bi nave bajarekî bikin, Efrînê îro bindeste û di bin zulm û zorê de ye û va karê me jî tiştekî pirî biçûke ku em dilsoziya xwe ji Efrînê re bidin nîşandan.
Di axaftina xwe ya dawî de endama lîjneya amadekar ya festîvala şêwekarî ya Efrînê got; Em bi hêvî ne ku em Kurd bi hev re bin dûr ji siyasertê û ji her çara parçeyan şêwekar beşdarî festîvalê dibin û ev jî pir giring bû. Her weha em bikarin cudabûnê û parçebûnê di nava karê sînema û hunerî û şêwekarî de rakin û em bi yek bin.
XELAT
