Mistefa Ebdo: Hunermend Mihemed Elî Tico dibîstanek bû

Hunermendê Kurd ê navdar xelkê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi dengê xwe û stranên xwe yên gelêrî bi nav û denge û berî 12 salan koça dawî kir û xezîneyek dewlemend ji stranên xwe li pey xwe hêştiye.

Xeleka vê carê ya Xelata Kurmanca ku di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin derbarê 12`mîn salvegera koça dawî ya hunermendê mezin (Mihemed Elî Tico) ye bi mêvandariya şareza di warê hunera gelêrî  de rêzdar (Mistefa Ebdo) ye.

Mistefa Ebdo di wê derbarê de got; Elî Tico li gundê Hesendêra ya ser bi Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji dayîkbûyê sala 1930`an di temenê 10 saliyê de stran û mûzîk gotiye û ji bavê xwe ew huner biribû. Her weha li ser asta Sûriyê bi behlewanê tembûrê dihate naskirin. Tekez jî kir ku; hunermend M.Elî Tico (Bavê Elî) zanîngeh bû , dibistan bû, Helbestvan bû li cem xwe derhênerî dikir û mûzîk jêre çêdikir.

Rojnamevan Hozan Efrînî jî da zanîn ku ew li gel mûzîkjenê navdarê Kurd (Îqbal Hîcabî) xelkê Rojhilatê Kurdistanê sala 1995 serdana Elî Tico kirin û da xuyakirin ku hunermendê navborî di heman demê de kesayetiyekî civaknas bû.

Mistefa Ebdo da zanîn ku, ew hunermend Cemîl Horo baş nas dike û bi wan re stran gotine, Cemîl Horo ji gundê Se`rîncekê ye ji dayîkbûyê 1934`an û li kêleka kesayetê navdar Nûrî Dêrsimî li ziyareta Henên hate veşartin.

Behsa wê yekê jî kir ku, Elî Tico û Cemîl Horo herdu kesatiyên navdarin û stranên xwe 3-4 seatan dirêj dikirin û peywendiyên wan herdu hunermendan gelekî baş bûn û gelek caran rihmetî Elî Tico ji Cemîl Horo re li tembûrê dixist. Li wê demê her çend zimanê Kurdî qedexe jî bû lê bi Kurdî stranên xwe digotin.

Derbarê stranbêj Bavê Selah de jî, Mistefa Ebdo got; Bavê Selah jî ji gondê Gorda bû, sazbend bû ez bi wî re jî rûniştim û kesayetiyekî gelekî sade bû, evna hemû dibistanên hunerî yên navdar bûn.

Derbarê Omerê Cemlo de jî got, stranbêjekî navdar yê Efrînê bû Kurdê Êzîdî ye û bi nav û denge bi strana (Eyşa Îbê) bi xwe cotarî û kesekî dewlemend bû.

Mistefa Ebdo di dawiya axaftina xwe de peyamek ji hunermendên nû re şand û hêvî û daxwazên xwe anîn ziman ku hunermendên kurd yên niha divê waneyên xwe ji dibîstanên hunerê yên dêrîn yên Efrînê wergirin û li ser şopa wan bimeşin wê demê ewê biserkevin.

 

XELAT