Xelata Kurmanca- Hunera Peykersaziyê
Hunermendê peykersaz yê Kurd (Mîrxan Şikakî) dibêje ku, wî karê peykarsaziyê li Rojavayê Kurdistanê ji sala 1980`an ve dest bi karê peykersaziyê kiriye.
Xeleka vê carê ya bernama (Xelata Kurmanca) ku di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin derbarê hunera peykersaziyê ye bi mêvandariya peykersaz (Mihemed Xêr Cefer Mîrxan Şikakî) ye.
Mîrxan Şikakî ku xwediyê peykerê (Kawayê Hesinkar)e yê ku li navenda bajarê Efrînê hatibû danîn di vê hevpeyvînê de diyar dike ku, bi peykerên xwe beşdarî gelek pêşangehan kiriye. Li başûrê Kurdistanê jî 10 sal weku koçber li bajarê Silêmaniyê maye, çendîn peyker çêkirine û niha li welatê Nirwêcê jî berdewame di karê peykersaziyê.
Hunermend (Mîrxan Şikakî), amaje bi wê yekê jî kir ku, berhemên wî li Sûriye, Urdin, Lubnan, Qibris û Silêmaniyê peykerên wî hatine pêşandan û hatine danîn.
XELAT