ROJAVA- Sûriye û Îsraîl û Kurd
Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (Ebdo Hebeş), roja çarşemê 9/7/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .
Di wê hevdîtinê de Ebdo Hebeş bal kişand ser têkiliyên navbera Îsraîl û hikûmeta Şamê p her weha têkiliya navbera kurd û Şamê de ji bo pêşeroja Sûriyeyê di qonaxa bê de û aramî û îstiqrara Sûriyê û ketina qonaxa avadaniyê.
Ebdo Hebeş behsa rewşa Efrînê jî kir û diyar kir ku her çiqas rewşa Efrînê wek dema borî nîne lê ne wek tê xwestin û xelk vediqere gund û warên xwe.
Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
