Hevpeyvînek Taybet Bi Xwendekara Penaber A Yekem

Hevpeyvînek Taybet Bi Xwendekara Penaber A Yekem

Xwendekareke Penaber a Kurd ya ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi navê (Mîdiye Xelîl Elî) li Zanîngeha Rojava yekem derçû.

Di vê derbarê de Rojnameya Xelatê hevpeyvînek taybet bi (Mîdiye Xelîl Elî) xwendekara Penaber re kir û wê jî bi vî awayî xwe da nasandin: 

"Navê min (Mîdya Elî) ye, ez ji bajarê Efrînê me, ev çar salê min ez li bajara Qamişlo jiyan dikim, û berî heftekê min projayê xwe yê derçûnê da ji zankoyê Rojava re."

Xwendekara Kurd a Efrînî (Mîdiye Xelîl Elî) ku ji ber rewşa Efrînê koçberî Şehbayê bûn, ji Şehbayê jî ji buna xwendina zanîngehê berê xwe dide herêma Cizîrê û li wir dibe xwendekara kolêja mafnasî ya zanîngeha Rojavayê û di xwendina xwe ya îsal de li ser asta Rojavayê Kurdistanê yekem derçûye.

Mîdya ji Xelatê re dibêje: "Bi rastî ez wek xwendekar û wek her xwendekarek ji Efrînê îro rastî gelek zehmetiyan hatime, ji aliyê derûnî ve bi taybatî, lê belê ji me tê xwestin em her li berxwe bidin ji bo ku em bighêjin armanca xwe."

Li ser pirsa gelo we qet nefikirî vegerin Efrînê an jî biçin welatekî din?. Mîdiya Elî got: Vegera Efrînê nîne heya were rêzgerkirin, û çûyîna welatên din zore di vê demê de.

Derbarê serkeftina xwe de jî tekez li wê yekê jî kir ku malbata xwe hertim hêza wê bûye û got: Ji ber ev xwesteke bavê min bû berya ku ji jiyanê bar bike û biçe ber dilovaniya xwedê, ku em her bixwînin, û ev xwestek li gel min hêzek çêkir ku ez temam bikim heya dawî.

Mîdya dibêje; Efrîn anha di qonaxek nû de derbas dibe, û gelek guhartinên mezin çêdibe tê de gelek qirêjin, yê ku dikeve armanca û xizmeta dijminên kurdiyetê.

 Her weha hêviyên xwe di pêşerojê de tîne ziman piştî ku ev serkeftina bi dest xistiye Mîdya dibêje: Ev serfiraziyek mezin ez dibînim ku bi zimanê ku ya zikmakî bixwînim, ji bilî nêrînin diĵî me ku xwendina me ne fermî ye. Her weha di destpêk de em dixwazin derbasî perwerdan bibin, û piştra ez dixwazim di beşê xwe de xwe pêş bixim di aliyê mafnasî de.

Xwendekara Efrînî peyamekê ji bo ciwanên keç û xurtên Efrînî ên li Hundir û derva radighîne û weha dibêje: "Bixwînin û serbixin bê ku hûn guh bidin tiştên neyînî".

Hêjayî gotinê ye ku (Mîdiye Xelîl Elî) piştî dagîrkirina Efrînê koçberî Şehbayê bû, di rewşeke gelek zehmet û dijwar de tevî malbata xwe jiyan dikir, ew li gel xwîşka xwe Zîlan Xelîl Elî berê xwe dane zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê û Zîlanê xwendina xwe ya wergerandinê bi serkeftî bi dawî kir û Mîdiye jî wiha dibe xwendekara yekem di Rojavayê Kurdistanê de, ev yek dide nîşandan ku dema ku mirov hêvîdar be û omêdwar be di jiyanê de, wê her encamên baş û serfiraz bi dest bîne.

 

Amadekirin/Hozan Efrînî

XELAT