ROJAVA- Rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Lêkolînerê Ramyarî (Zekeriya Dado) roja yekşemê 12/01/2026 ji Almanyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Lêkolînerê Ramyarî (Zekeriya Dado) ragihand ku ew rêkeftinên navnetewî û di navbera welatên herêmî û cîhanî de li ser Sûriyê dibin bûn bela li ser serê xelkê Efrînê.
Zekeriya Dado aşkira kir ku plana êrîşa li ser herdu taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di civîna Parîsê de hate amade kirin piştî rêkeftina Hikûmeta demkî ya Şamê û Îsraîlê de ku li beramber radestkirina Golan û beşek ji Başûrê Sûriyeyê, êrîşî herdu taxên kurdan hate kirin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
