Omer Gundî stranekê ji bo Rojava dibêje
Hunermendê kurd ê navdar ê ji bajarê Duhokê (Omer Gundî), stranekê li ser şervanên Rojavayê Kurdistanê û berxwedana wan dibêje. Ku bi dengê xwe piştgiriya xwe ji bo Kurdên li Rojava û êrîşên rejîma Sûriyeyê li ser her du taxan (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) li Helebê anî ziman.
Di wê stranê de, ew navên kur û keçên şoreşger ên Kurd tîne ziman û têkoşîna wan û pesnê wan dide. Ev helwesta hunermendî mîna helwesta her Kurdekî ye.
Ew wan êrîşên li ser herdu tax û bajarên Kurdan şermezar dike û tiştê ku li vî bajarî û li dijî Kurdan tê kirin binpêkirinek eşkere ya prensîbên olî û qanûna navneteweyî ye.
Xelat/Kurdistanî Nwê
