Alî Erel û Dîlan Top - Wey lo Dilo
Herdu hunermendên deng xweş (Alî Erel û Dîlan Top) kilîpek nû bi navê (Wey Lo Dilo) tomarkirine û li tora Youtubê weşandine..
Wey lo Dilo
Derdên min giran in, çare nabînim
Kûlên min pir kur in, derman nagirin
Wa çi xezev e ser me da hatî?
Hey lo dilo, bêbext dilo
Wey lo dilo, xayîn dilo çima fam nakî?
Xarzî, xuşk û bira hevdu nas nakin
Qedirê dê û bavan endî nizanin
Xişim barîye, wa çiqas derd e
Hey lo dilo, bêkes dilo
Wey lo dilo, xayîn dilo çima nizanî?
De bes e bes e, Elîyo de bes e
Bargiranî meke, ji heyfa te ye
Serbilind be biko heyran heyran, va roja te ye
Hey lo dilo, xaşik dilo
Wey lo dilo, rindik dilo endî bizane!
Gotin û Muzîk: Alî Erel
Nivîsrastker: Ilyas Isen
XELAT