Pirtûka akademîsyenekî Kurd dibe çavkaniya zanistî li Hindistanê
Pirtûkek a akademîsyenê kurd Hekar Findî dibe çavkaniyeke zanistî ji bo xwendina bilind li welatê Hindistanê.
Pirtûka rojnamevan û akademîsyenê Kurd Hekar Ebdulkerîm Findî bi navê (New Trends in Federalism, Co-operative Federalism in India) Ew pirtûk di warê siyasetê de li Zanîngeha Solapur a Hindistanê, bûye çavkaniyek zanyarî ya bawerpêkirî ya Wezareta Xwendina Bilind.
Zanîngeha Solapur (Zanîngeha Punyashlok Ahilyadevi Holkar Solapur) Di sala 2004`an de hatî damezrandin, ew zanîngehek serbixwe ye ku zêdetirî 70 kolêjan û 60 hezar xwendekar li xwe digre.
Hekar Ebdulkerîm Findî di sala 1982an de li Duhokê hatiye dinyayê û hilgirê bawernameyê ye di warê medya li Lubnanê û master di yasa û medya li Hindistanê û niha jî xwendekarê doktorayê ye li Hindistanê.
Ji bilî vê berhemê, çendîn berhemên wî yên din jî hene ji wan ( Têgeha Yasaya Rojnamegeriyê – bi zimanê Kurdî), (Rola Medyayê di Têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan de – bi zimanê Îngilîzî) û (Federalîzm, Têgeh û Cîbicîhkirin - bi zimanê Erebî).
XELAT/ Kurdistanî Nwê
