Pirtûka ronakbîr Îbrahîm Ehmed li pêşangeha Amedê ye
Îro 18/10/2025 li bajarê Amedê ya bakurê Kurdistanê, pêşangeha pirtûkan dê were lidarxistin û pirtûka nivîskar û ronakbîrê navdar ê Kurd Îbrahîm Ehmed bi navê "Kurd û Ereb" dê were pêşkêşkirin.
9emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dê mazûvaniya zêdetirî 400 weşanxane û rêxistinên civaka sivîl bike.
Di pêşangehê de, pirtûka "Kurd û Ereb" a nivîskar û ronakbîrê navdar (Îbrahîm Ehmed) dê bi zimanên Tirkî û Kurdî (bi tîpên Latînî) ji hêla saziya Îbrahîm Ehmed ve, bi hevkariya Weşanxaneya Liz a li Amed, were belavkirin.
Pêşangeha pirtûkan a Amedê dê di 18 ta 26 Cotmehê bidome.
Xelat
