Pirtûka "Ez Eyşe Şan im" hat derxistin
Komeleya Kultûra Kurdî pirtûkek bi navê "Ez Eyşe Şan im" derxist. Pirtûk li ser jiyan û xebata hunermenda Kurd a nemir Eyşe Şan e.
Li gorî daxuyaniya komeleyê, di pirtûkê de wêstgehên jiyana hunermenda nemir Eyşe Şan û agahiyên derbarê kar û xebata wê ya hunerî de û pêşengtiya wê di stranbêjiya Kurdî de hatine behskirin. Her wiha di pirtûkê de wêne û belgeyên girêdayî jiyana hunermenda nemir hene. pirtuk ji aliyê (Zeyneb Yaş û Hilmî Akyol) ve hatiye amadekirin.
Her çend gelek zehmetî ji ber kevneşopiyên civakê kişandiye lê di 15 saliya xwe de Eyşe Şanê kasêteke stranan tomar kiriye. Eyşe Şan di sala 1938'an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di 18'ê Çileya 1996'an de li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê di encama nexweşiyeke giran de Eyşe Şanê jiyana xwe jidest daye.
XELAT
