NAVA KIRASÊ MUHBETÊ
Helbest: Hinara Tajdîn
Xwezil min te bidîta,
Xemla teye berêda,
Fistanê sor etlezda
Şer, şemeqyê hewrmûşda.
Şera sore gulavtûn,
LI ber çevên reş zeytûn,
Min feqîrî bûy gerdûn
Tu kuy were, yar xatûn.
Sîng û berên tere can,
Bixemlînim lal, mircan,
Bidim lêvan ez maçan
Hûn bêjin me noşî can.
Bawaşîna sik, sare,
Seqirîye dor, bere,
Nav kirasê muhbetê
Me doa kir ji Xwedê.
10/3/2026
Xelat
