"Hêlîna Zarokan"… Bernameyeke perwerdeyê ji bo zarokan

"Hêlîna Zarokan"… Bernameyeke perwerdeyê ji bo zarokan

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li Rojavayê Kurdistanê, bi navê `Hêlîna Zarokan` bernameyeke perwerdeyê ya bi zimanê kurdî li ser platformên medyaya civakî (SZK zarok) belav dike.

Naveroka bernameyê perwerdehî ye, lê perwerdeya nerasterast; bi rêya lîstikê, hînkirina zarokan e.

Bername ji bo zarokên pêşdibistan e (3 salî – 6 salî) û medyaya SZKyê pê radibe. Mijarên wê li ser reng, hejmar, tîp, roj, demsal û hwd in.

Berpirsê medyaya SZKê, Ferîd Xelîl, der barê bernameyê de, dibêje, "Çi li Kurdistanê çi li dîyasporayê, pêdivîya zarokan bi bernameyên perwerdeyê yên bi zimanê kurdî heye. Hêlîna Zarokan bi rêbaza montesorî (montessori) hatiye amadekirin, ango bi rêya lîstikê hînkirin. Ji bernameyê armanc ev in: ferhengoka zarokan, derbirîna hestan, nasîna pîvanên giştî yên jiyanî, bi awayekî rast û ewle serderîya li gel derdorê û lîstikan."

 XELAT