ŞEMDANIM LI QULÇ
Helbest: Siltana Memê
Min nedixwast ceng û hêz bim,
Min dixwast ku, ruhva nêz bim,
Gula bêhn bim ber pençerê,
Dil nizanbe êş, xencerê.
Bûme dîl ber dêmên çevreş,
Ditemirim ça şevereş,
Xem, xeyal lez direvînin,
Ber bi stêrka difirînin.
Wê firê da hewa ba bûm,
Erdê sade hêvîdar bûm,
Çira min geş, dêmên gulgeş,
Qulçê minî şîrîn û xweş.
Hêza qewî - roja îro,
Her deqêva bûme gîro,
Şahbûn, xizna evê dinê,
Dema nexte xêr û xinê.
Qesra lal da min çel nekin,
Fikir, sewda betal nekin,
Tilî-pêçî heval pênûs,
Rengê xweza belg û lênûs.
Dûr nakevim hedûd, sînor,
Sîya we da ez kirim mor,
Şemdanekim qulçê terî,
Her kesî min vekir derî.
10.07.2024s
XELAT
