Posterên salnameya Yilmaz Guney li Silêmaniyê tên çap û belav kirin

Posterên salnameya Yilmaz Guney li Silêmaniyê tên çap û belav kirin

Rêveberê Kompaniya (Hawar Filim) Hawar Xan Mistefa taybet ji Sekoya Kurmancî re ragihand ku, wek hemû salên borî , îsal jî di 9/9/2023 dê xola çaremîn ya (bîranîn û aheng) ya roja sînemeya Kurdî li paytexta rewşenbîrî li bajarê Silêmaniyê birêve biçe û çendîn çalakî li xwe bigre û çar rojan wê berdewam be ku bi vî awayî ye:

Yekem: Çapkirina (16) pirtûkên taybet bi sînema cîhanî û Kurdî û Erebî,naveroka wan pirtûkan hemrengin di nav de (3`ê bergên dîroka 100 saliya sînemea cîhanê) heye. Pirtûk li ser rexneya sînema û sînemeya Ehmed Bedirxan û Elî Bedirxan kurê Ehmed Bedirxanî û mûzîka filim û lêkolînên zanistî ku nameya master taybete bi sînemeya Kurdî … HTD.

Duyem: Çapkirina çar posterên salnameya Yilmaz Guney ku bi dirêjahiya dîroka sînemeya  cîhanê ev salnama ya yekemîne li ser hunermendekî sînemkar tê damezrandin. Di posterên salnameyê ya îsal de ku pîvana wan (50  bi 70 ) sentî metirin, bi vî awayî hatine dabeşkirin:

Posterê yekemîn taybete bi xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed e wek yekemîn jina wênegire di dîroka sînemeya Kurdî de û tevgera rizgarxwaz ya Kurdistanê de.

Ya din taybete bi hunermend Ehmed Kaya. Poster û salnameya sêyem jî taybete bi Gola Fêla wekû cihekî xwazayî û geştiyarî ku dikeve sînorê devera Balekayetî li Hewlêra paytext.

Posterê çarem jî taybete bi hêza nerm , huner û çanda Kurdî ku bi dîtina me sermaya Kurd û Kurdistanê ye.

Sêyem: Beşek din jî taybete bi (pêşangeha pirtûkên sînema û wêjeya Yilmaz Guney ya bi zimanê şêrîn yê kurdî) hatiye veqetandin, ev sala duyemîn e û her sal dê bi çapkirina pirtûkên nû berdewam bike.

Çarem: Babeteke din taybete bi: (Mezadê aşkira) ku bo yekem car li Kurdistanê û bi amadebûna sermayedar û hunermend û hunerdostan, mezadeke aşkira ji bo tabloyeke Yilmaz Guney ku ji aliyê hunermendekî Kurd ve hatiye kişandin.

Pêncem: Vekirina pêşangeheke taybet a karîkaturan li ser Yilmaz Guney.

Şeşem: Beşek din dê taybet be bi panel li ser sektora sînema û şanoyê were veqetandin, tê de behsa guhertina nav û naveroka wezareta rewşenbîrî ji wezareteka karbirêvebir bo wezareteke veberhênere.

Heftemîn: Ev babet dê taybet be ji bo ragihandina (merasîma dabeşkirina xelata Yilmaz Guney) were veqetandin. Biryare xelata yekem ya îsal bi formekî nû bê dayîn ji nivîskar, romannivîs û wergêrê rewanşad (Ehmed Mihemed Îsmaîl) re bê dayîn ku di van du salên dawî de li ser daxwaza me 9 pirtûkên wêjeya Yilmaz Guney ji tirkî wergerandine Kurdî. Her weha mijûlî wergêrana romanekî din jî bûye, lê mixabin hîna romana xwe temam nekiribû mirinê derfet neda, Em dixwazin wê romanê biqedînin û bi ragihandina wergerê re xelata yekem bidin gewherê wergêranê.

Têbînî/

 - Hemû saziyên çapemeniyê dikarin van agahiyan ragihînin.

- Hîn biryar nehatiye dayîn ka kîjan sazî dê sponsoriya çalakiyê bike, her saziyek ku bixwaze vî karî bigre ser xwe, dikare bi rêya vê hesabê bi me re têkilî daynin.

- Di rojên pêş de dê li ser her posterek ya salnameyê nivîsek taybet were weşandin.

- Nav û navên pirtûkan jî dê bên çapkirin.

Ji niha ve roja Sînemaya Kurdî pîroz be

 Sekoya Kurmancî

 Hawar Xan Mistefa li gel peykerê Yilmaz Guney