Welato! Êdî bese lo?!
Nivîsîn: Konê Reş
Welato! Êdî bese lo?!
Bes pirsa evînê û
helbestên evînê
ji min bike…!
Çax û demên min nînin
ji dilgirtin, girnijandin û
hevdîtinê re…!
Li min bibore;
Êdi nema strana
(Lawikê Metînî û Bavê Seyro)
giyanê min dihejîn in..!
Êdî nema xewin û xeyal
karin bi dil û dil bijenîn in..
Êdî bese welato loo..
XELAT