Çima tuye serejêr?

Çima tuye serejêr?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

 

 

Em ji jorda têne jêr

Weka hevin jin û mêr

Dane istu şûr û kêr

Tev tewandin serejêr

 

Lê me negot hev bira

Ez nizanim qet çirra

Bûne hevparê gura

Ma ne şerme ji mera

 

Dijmin çi kir me borand

Derd û kula l'hev lorand

Me xwe j'hevre hilfirand

Pez ji gur re veqetand

 

Ma ne şerme lo gidî

Welat we hîşt bê xudî

Hesen xeyrî bû kedî

Ew tov di meda çandî

 

Îro soltê te bazar

Bese carek bike ar

Karê dikî ne tu kar

Ji bo xwe ma bê biryar

 

Rengê te wek rengê şêr

Lê ji bo maf kûçkê nêr

Heyfe keda me bihêr

Em bûn tene t'wek destêr

 

18/12/2024-Kobanî

 

XELAT