Keçeke stranbêj a Kurd li Gurcistanê serkeftin bidest xist

Keça Kurd (Megi Asloeva) di pêşbirka dengbêjiyê de li Gurcistanê bi dengê xwe yê xweş serkeftin bidest xist.

Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê di rûpela xwe ya li torên civakî belav kiriye ku, keça dengxweş (Megi Asloeva) di pêşbirka dengbêjiyê ya Gurcistanê da bi stranên xwe yên kurdî heyranîya gurcîyan girt û serkeftinê bidest xist.

Bi navê stafa Sekoya Kurmancî û rojname û malpera Xelatê ji bajarê Silêmaniyê em wê serkeftinê li keça kurd pîroz dikin.

 

XELAT