Em û Biryara Yekkirina Rêbazên Perwerdê û Fêrkirinê Li Rojavayê Kurdistanê

Em û Biryara Yekkirina Rêbazên Perwerdê û Fêrkirinê Li Rojavayê Kurdistanê

Nivîskar: Biradostê Mîtanî

Van rojên borî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêvebiriya Xweseriya Demuqrat biryara yekkirina rêbazên perwerdeyê di dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de ragihand.Vê biryara wê bertekên erênî û nerênî li cem henek kes ,desthilatdar û rêxistinan çêkir

Ji xwe çi rêvebiriyeke heyî zagon û pîvanên wê hene. Gereke ew pîvan li gor bercewendiyên mirovahî û heyîna rengereng a wan pêkhatên ku ew nûnerîtiya wan dike bin. Ew biryar ne ji aliyekî xwedî çandeke tekane û desthilatdarî û dektatorî be. Gelek pêkhatan bigiştî û gelê Kurd bitaybet di Sûriyayê de ew gerewa xirab a ji wilo danîne . Rêjîma berê wilo bû û ya desthilata demkî ya nû jî wilo ye û dixwaze wan rêbazên ku dûr ji çand ,dîrok ,ziman û kesayeta gelek pêkhatan li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê weke wan deverên ku di bin destên wê de ne pêk bîne ,lewra bi Rêvebiriya Xweser re li ser rêbazên perwerdê ta weke îro lihevhatinan pêk nayîne.

Rêbazên Perwerde û fêrkirina di dibistanên me de li gor civak û pêkhateyên me Kurd,Siriyan û Ereb in . Her netewek bi zimanê xwe perwerde dibe.Hikûmeta Desthilata Veguhêz dijî rêbazên me ye ,ji ber ku ew dixwaze rêbazên wê yên yekziman,yekhişmendî û yekçand , di nav me de werin perwerde kirin û li ser gelan û pêkhatan û civakên rengereng werin ferz kirin. Ew kesayet û çanda mirov qebûl nake .

Di zagon û pîvanên mirovahî de ,dema mirov jîr û zana be çanda ku mirov qebûl neke mirov jî wê qebûl nake û napejirîne û mirov ji xwe re çanda wê nake pîvan û rêbazên perwerdeya xwe.

Mixabin henek ji rewşenbîr û siyasetmedar dibêjin bila Rêvebiriya Xweser demuqratî be û bila derî li pêşiya civakê veke ,kî çi perwerdeyê bibijêre bila bibijêre . Qey xwediyê vê helwestê nizanin ku helwesta azad li ser destên rêjîmên stemkar li cem gelekan sexte biwe û gelek ji kesayeta xwe ya netewî dûr ketine û bercewnediya netewa xwe nas nakin ?. Qey ew kesên xwediyê wê nerînê nizanin ta ku zimanên van netewan bi taybet a Kurdî azad biwe bi hezaran pakrewan ketine û duqet ji wan birîndar jî?. Qey nizanin ku hişiyariyek ji netewan re giring e û ev yek ji erkê vê Rêvebiriya Xweser A Demuqrat e ku wan hişyar bike û bi biriyarên di bercewndiya netewa wan de bitaybet ziman û çanda wan biparêze?.Qey ew kesên ku dibêjin bila demuqratî bikeve xizmeta wan rêbazên nedemuaratî de , ma ew demuqratî ne û ziman û çanda me ya Kurdî qebûl dikin?.

Bi dawî : Çi rêvebiriya heyî ya ku berpirsê pêkhatên xwe be wê çanda wan biparêze û rêbazên desthilatên stemkar û nedemuqrat qebûl neke û dive rewşenbîr û siyasetmedar û civaknas riya miletê xwe li ser çanda wî ronî bikin ,ne tarî bikin û pîlansaziyên neteweparêz beravêtî nekin û li vê biryarê xwedî derkevin, nexasim berpirsên Rêvebiriya Xweser ,partî û rêxistinên olî,civakî û rewşenbîrî ji hemû pêkhatan şaş nebin weke henekan ji wan nebin peywer weke carên berê ji wan rêbazên perwerdeyê re yên ku tu hebûna me û zimanê me tê de nîne û zariwên xwe nerêkin dibistanên deverên wan.

4-10-2025z.14-7-2637Kurdî

 Xelat