Gidyano Elîko: Tabloyên li ser "Çarînên Cizîrî" hatin xêzkirin qonaxek Taybet bû

Gidyano Elîko: Tabloyên li ser "Çarînên Cizîrî" hatin xêzkirin qonaxek Taybet bû

Hevpeyvîneke taybet li gel hunermendê Kurd Gidyano Elîko

 

Hunermendê Kurd (Gidyano Elîko) xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û demek dirêje li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê dijî û rojnamevanekî serkeftî ye di kar û xebata xwe ku digel xwe yê hunerî re berdewam dike. Gidyano Elîko bi şêwazekî taybet tabloyên xwe xêz dike, ev behre jî ji biçûkaniya wî de destpê kiriye û hezkirina xwe ji nîgarkêşiyê re çêbûye.

Gidyano bi nexşandina wêneyê dê û bav û malbat û cîranên xwe destpê dike û dilê malbata xwe pê xweş dibe û di karê xwe de roj bi roj bi hezkirineke mezin karên zehmetir encam dide û heya roja me ya îro didomîne û bûye parçeyek ji jiyana wî. Gidyano Elîko heta niha bi hezaran tablo kêşane bi gotina wî.

Rojnameya Xelata Kurmanca hevpeyvînek taybet li gel hunermendê jîr û hêja Gidyano Elîko encam dide û destpêkê weha xwe bi gelê xwe dide naskirin: Ez di sala 1973`an de li gundê Sêbîrka ser bi devera Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûme. Sala 2001 min birwanameya yasa ji zaningeha Helebê bi dest anî. Her ji biçûkiya xwede min ji karê nîgarkêşiyê hezdikir û ji bîra min naçi dema min di hewşa mala me da li ser axa hûr resmên ajel û balindeyan dikêşa. Ev tiștê min dikir cihê balkêșiyêbû ji aliyê malbata min jî ber min di temenekî biçûk tabloyên xweșike dikêșa.

Li ser pirsa gelo Hezkirina we ji hunera wênekêşanê çawa destpê kir? Elîko got; Dema di temenekî biçûk min dest bi karê nîgarkêșiyê kir, dilê malbata min xweș dibû û dibû hêzek ji bo min ku karê baștir bikim û di wî temenê biçûk de min gelek tabloyên kesayetiyên mala me û cîranên me dikêșa û hêdî hêdî ev kara bû qonaxekî baș ji bo ku ez dest bi karê zehmetir û xweșik tir bikim.

Tabloyên hunermend Gidyano hinekî cudanê û taybetin di derbarê pirsa gelo çima wî ev  nexşeya li ser text bi çarînên Melayê Cizîrî hilbijart? Gidyano Elîko weha anî ziman: Nexșeyên min li ser text di pêșangeha min ya Taybet bû her weha di dawî de taybet bûn bi "Çarînên Malayê Cizîrî" ku li ser dawakariya hunermendê goranîbêjê mezinî kurd Mezherê Xaliqî li bajarê Amêdî bê li darxistin û ew tabloyana li ser text hat kêșan ta ez karibim mafê Cizîrî bidêmê wek helbestvanekî kurd û resen, û ev stayl hat piștî xwendineke dûr û dirêj ke nêze ji folklor û evîna xwedawendî ya li cem Cizîrî hebû, ango ew nexșeyên li ser text karekî taybet bû û hemû tabloyên min bi wî awayî nayê kêșan ji ber ez di gelek qonaxî hunerî de derbasbûm, loma ev tabloyên ku li ser çarînên Cizîrî hat xêzkirin qonaxekî Taybet bû Ji bo min.

Derbarê hilbijartina tabloyên bi şêwazê Çarinên Melayê Cizîrî jî Gidyano Elîko weha pêde çû: Ji ber ku Melayê Cizîrî dunyayeke dine ji esalet û evîneke xwedawendî, pêwîst bû min ew hestana li ser textên kevin bikêșim bi awayekî taybet, ji ber ev stayila ya herî nêze ji bo derxistina wan hestên lihev û nazdar ku li cem Melayê Cizîrî he ne.

Li ser pirsa gelo heya niha çend tablo bi destê xwe xêz kirine û pêşangehên ku têde beşdar bûye de Elîko got: Min ji Sala 1984 û heta 2023 hezaran tablo min kêșa ye, hinek ji wan ez nizanim çarenivîsa wan çiye û li kune û li cem kê ne û di navbera van Salan de 12 pêșangehên taybet  min li dar xisti ye û beșdarî dehan pêșangehan bûme çi navxweyî û çi li derve. Ez gelek kêfxweșim ku tabloyên min ciyê wan di nav dilê bînerê Kurd û Ereb de heye.

Derbarê xebata malper û rojnama Xelata Kurmanca ku ji bajarê Silêmaniyê bi zaravayê kurmancî derdikeve ku giringiyê dide çand û huner û wêjeya Kurdî? Gidyano Elîko diyar kir ku, malper û rojnama Xelat, raste pêngaveke dereng bû lê gelek girînge bi taybetî li herêma Kurdistanê û li Silêmaniyê bi awayekî taybet û di pașerojê de dibe rewangeheke girîng ji bo standard bûna zimanê kurdî û got: Her serkeftî bin di vê riyê û bibûr in eger bersivên min kurt bûn.

XELAT