ÇIYAYÊ ŞENGALÊ
Helbestvan: Karîna Osêyan
Were em bi destê hev bigrin
Berbi çîyayê Şengalê de herin
Çadira li ser çiyayê dayinin
Bibin bi hevre çinarê hevdû.
Şengal gunehe bi tenê maye
Dilê milet di birîn de maye
Kolanên Şengalê xirab bûye
Avên kaniya ji şêlû bûne.
Were em bi destên hev bigrin
Berbi çîyayê Şengalê de herin
Bayê ferman li vir hatiye mevan
Belge dara waşyandiya temam
Baranê bi xwinê erd şilkiriye
Gulên Şengalê tev pêpeskiriye
Çiyayê Şengalê bê guman mane
De were em bi hevre herin wir.
XELAT
