WERE SAQÎ
Helbest: Baqî Berûkî
Were saqî bide min meya safî
Peyalek tenê bo min nabit kafî
Du sê cam û qedehan dil nabit şad
Qet nepirse vî halê minê berbad.
Şerbik û peyalê li ber min dane
Belkû pê xweşkim vî dilê birîne
Çend cure mey hebit bo min birêje
Ez ê vexwim ta bibim mest û gêje
Bide min saqî wî şeraba zelal
Belkû têda bibînim yara delal
Texsîr neke wê şeraba munewwer
Ta ez herim ji vî halê dilawer
Meyxarin bo min xêre hem sewabe
Belkû pê xweşkim vî halê xerabe
Ez digerim li wê yara pirr ezîz
Lowma ez dinoşim vî xemra lezîz
Ez dur mame ji wesleta wê yarê
Lew dil disojit wek perengê nar ê
Îro min nînin ne ehbab ne jî yar
Ez li xwe kînim alem jî tev neyar
Saqî ta WELATÊ min nebe azad
Dilê "Baqî"bi şerabê nabe şad.
Sêrt
XELAT