Dil geştîke?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Dil geştîke?
Keça delal dil xweş bike
Biska vemal rû geş bike
Vîna kalo pir hêsane
Damar û reh ser xweş bike
Damar û reh geştîke wan
Derd û kulan piştîke can
Vîna te'b min bihuşte ew
Razîke dil carek heyran
Dil westî ya kêm dîtinê
Mehrbana dil tew tinê
Bi ciwanî ez pîrkirin
Dîsa nabêje min gunê
Berde qerez neke merez
Nebêje min tim ez û ez
Mala min kir tev wêranî
Ji dilda kir talanim ez
Temen borî can kir gorî
Ne hewqasî tu is tûrî
Felaketa te di min kir
Bêçarim qey tu çav sorî
Bê çarim ez ji tofanê
Gorî teme bi heyranê
Binav kirim wek masî ya
Dilê te bû derya wanê
24/09/2024-Serzorî
****************************
Vîna te wek mirinê?
Ketim rêça evînê
Wekî taya mirinê
Bi çava ez dinêrim
Kesek xeynî te tinê
Keçê bêje bavê xwe
Hilbijê re lavê xwe
Vegerîn silavê xwe
Carek bêje min gunê
Carek bêje vîndare
Dil bi qîr û heware
Binase ku ev yare
Berú barkim ji dinê
Berû xatir bixazim
Dinya ji te bigazim
Ez weka teyrê bazim
Ji bêl te kesîm tunê
Were ez te bibînim
Maçek lêva bistînim
Vî dilî bikewî nim
Êşeg rabin j'ser minê
23/09/2024-Serzorî
-----------------------------------
Ma li bendî?
Ji wê şûxê dimestim bê behane
Vîna te yar çendî bi min girane
Çiqas şengî di todê da ma li bend
Dest girtî yê te biha pir hêsane
Wê dixazim dil û milak di ber kim
Vîna te girane di nav ceger kim
Sernserî jiyan wê ji xwer ezber kim
Dizanim ku ew derdek bê dermane
Ji wê şengê feritî dil bi carek
Hilbijatî min ew ji bo xwe yarek
Di jînêda qurra min ew bû parek
Ne xeme ku rêjkim j'bo wê xuydane
Bêçarim ez dinalim ji van derdan
Rêk û rêbaz ji bo wê min têv berdan
Temen û jîn borandin ew bi serdan
Hilbijart ew ji bo xwe sermiyane
22/09/2024-Serzorî
Helbestvan Bêçarê Kurd
------------------------------------------------------
Ezim ez?
Ger çi bêjim ji qerpole
Ez tim ezim yek dahole
Ger li ba te bibim kole
Tu mi nedî ferek sole
An şivan bim li ber cole
Xwîna min jî bibî gole
Disa wek xweme ezim ez
Bidim çepik bi fentazî
Te maldar kim j'belengazî
Zanim ku tew nabî razí
Tu xweşî ya mi naxazî
Tu ne ape ne birazî
Tu ne xale nejî xarzî
Dîsa wek xweme ezim ez
Şev û rojan xwe belotkim
Dor ke'ibeyê seleqotkim
Qudis vekim te lê potkim
Xwe di nav kerên cotkim
Ber newalê qoçan totkim
Di ber teda waran rotkim
Dîsa wek xweme ezim ez
Navê min carê bû kurde
Nej yacûce ne ji qirde
Ne hêştir virde wirde
Ne erebe nejî cirde
Ne farise lawê firde
Tu dev j'dîroka mi berde
Dîsa wek xweme ezim ez
Ez lawê mîd û mîtanim
Ez ne dêla ji guranim
Mezobotamî ya canim
Li vî warî şaristanim
Xudyê roleke giranim
Bi nav û deng kurdistanim
Dîsa wek xweme ezim ez
17/09/2024-Serzorî
XELAT