Straneke kurdî ya herî kevin a tomarkirî guhdarî bike

Hunermendê Kurd ê navdar (Ehmed Hesen Ekaş) ku bi xwe ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, tomareke dengî ya straneke kurdî li ser tora xwe ya civakî Fêsbookê weşandiye û ragihandiye ku, kevintirîn Tomara dengî ya strana kurdî ye.

Ehmed Hesen weha dibêje: Tomarkirina dengî ya herî kevin a bi Kurdî di 1ê Adara 1902an de hatiye çêkirin.

Tekez jî dike ku, ev tomar ji hêla arkeolog û antropologê Awistiryayî (Felix Von Luschan) ve hatiye berhevkirin, ku li bajarê kevnar ê Zincirliyê ya nêzîkî bajarokê Îslahiyeyê ya ser bi Dîlokê ye, ku wê demê bi herêma Efrîn re sînordar bûye, kolandin dikir.

Ehmed Hesen behsa wê yekê jî dike ku, hunermend; Şîna mirina hunermendê Kurd Ebdal Elî, yê ji Zincirli, 1902 dilorîne û distirê.

Ew yek jî aşkira kir ku ev tomar di Arşîva Fonograma Berlînê de tê parastinê.

 

Xelat