NÎŞANA AL
Helbest: Dîlan Makû
Bajar gund û kolanê,
Tev Daketin meydanê,
Digirîn stêrk li banê ,
Xenqadin qîza kurda,
Bûne yek ewirê reş,
Van îslamîstê rûreş,
Xwedê ra jî dikin nexş,
Dikujin qîza kurda,
Zerîya min kurdî ye,
Bi fîstan û lewndî ye,
Nîşana ala medî ye,
Kubarin qizê kurda,
Qîzê kurd nobedar in,
Derbê wan pir xedarin,
Mirov ra bi serwerin ,
Heybet in qizê kurda,
Tirs û xofin li dinê ,,
Reng beybûn in li jînê,
Rêber in navê jinê ,
Çeleng in qizê kurda,
Bo mirov dilovan in,
Zalim ra bê eman in,
Cengê de wek şera nin,
Nav dengin qizê kurda,
Mîna ba û bahoz in,
Dewê re bext û soz in,
Çi zeriyên dilsoz in ,
Serfraz in qizê kurda ,
18,01,2026.
Xelat
