KEÇA QERS Ê
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Reşa gund, xweş tê xuyan
Dişibe kew, kevokan
Keça kubar gul, kulîlk e
Bejna lê jî wek çiyan
Bihar ket warê Qers'ê
Zoza e gundê Kêrs'ê
Keça reş por gungilî
Dewran e axa Qers'ê
Keça reş tor û borî
Zend ên wê tijî morî
Birû yên lê wek hîvik
Hewzanî xwe jî horî
Berf rabû xelek, xelek
Zozanan de gul gelek
Maşûqên reşê pirin
Evîn dil de bû şelek
Leyza Kurd'an govend e
Kela Qers'ê bilind e
Devera me Serhed e
Awri ê keçê zehf rind e
Reşê meş, meş wêde tê
Gelo reşê keça kê
Li bo reşê, reşa gund
Xort ên gund jî rabûn pê

07.11.2023
Stenbol
XELAT
