PAŞLA DÊDA MIN DEFINKIN
Helbestvan: Hinara Tajdîn
Dor min rabe mij û dûman,
Dinê bibe axirzeman,
Ker û lalbin sîmê keman,
Ber naghuêzim ez te heyran.
Havîn, bahar û zivistan,
Dil û hinav bavên zindan,
Ser lênûskê bê rawastan
Binvîsînim wan helbestan.
Qelfa qîz, bûk, yar esmeran,
Sûrevêlkan, kar xezalan,
Husilcemal û Melekan
Ne mohtacê wanim heyran.
Ez deng didim ba, bahozan,
Bên bipîvin bo min kefen,
Nasirdînra bikim dewan
Gef wê buxum jaro heyran.
Darebestam li ser destan,
Wê min dibin berbi qebran,
Ezê bêjim devir kolan
Kuda dibin hûn min heyran ?
Bîyanîyêda bin ax nekin,
Paşla Dêda min definkin,
Nekin para xerîb teyran
Evdaleke jarim heyran.
Xelat
