Evîna min

Evîna min

Helbestvan: Ezîz Xemcivîn

 

 

Evîna min,

mirin ji bo te digirnije!

Ji ciwaniyê ciwantir,

dilêrî ye...

Çavên xwe li hebûna te digerînim,

mafir tu hebûna hebûna min î,

tu ne yê xatirxwestinê yî cano!

Bi destê min jî bigire,

bila sîbera himêza te herdem ez bim...

Şingaliya te me,

evîna xaka te me,

zindî û mirî ez ya te me...

Guliyên min li asîmanan

ji bo te sirûdên şeydayan ji bayî re dixwînin...

Biraweste hogirê jînê,

peyman û gustîlkên evînê di paşila nervînê de veşêre...

Gotin bi girî dihête avdan,

girî bi felsefeya pêrgînê tevna bobelatê dihûne...

Kizwanên helbestê li ser rêka goristanê rêz bûne...

Evîndareka nazik bi pey evîndarê xwe ketiye,

Çivîkên êşê,

bi zirîça evînê kevaleka xembar nîgar bikin!

22.10.2025

Xelat