Heştê Adarê
Helbest: Karîna Osêyan
Bihar hat — dinya ronahî bû,
Roj ji asimanê tê bi nûr.
Ax, wekî ku dîsa ciwan bû,
Bi kulîlkan xwe kir bi şûr.
Çem û çemçik li geliyên bêdeng
Stranên biharê dibêjin.
Teyr di ezmanê azad de
Mizgîniya biharê tînin.
Li ser daran hêlîn tê çêkirin,
Hewa tije ye bi dengê stran.
Mêrg bi kulîlkan vedibin,
Rojê dibe hê bêtir xweş û xweşan.
Heştê Adar rojeka biharê ye,
Rojeka nermî û dilovanî.
Îro ji bo hemû jinên dinyayê
Têne gotin peyvên dilşadî.
Ez ê biçim mêrgê ku bihar heye,
Ku kulîlkên pêşîn vedibin.
Nêrgizên zêrîn li wir
Bihna axa germ dibihîzin.
Ez ê ji wan tacê kulîlkan çêkim
Bi dilê pak û bi sipas.
Û pêşkêş bikim ji bo hemû jinan
Yên li ser vê dinyayê mezin.
Bila bextewarî bi we re be,
Ronahî li çavên we bimîne.
Û bila bihar di dilên we de
Herdem bi kulîlkan bijîne.
8/03/2026s
Xelat
