Stranbêj Jiwan Bilend: Kêfa min pir ji Cemîl Horo re dihat

Stranbêj Jiwan Bilend: Kêfa min pir ji Cemîl Horo re dihat

Stranbêjê Kurd Jwan Abdo ku bi Jiwan Bilend naskiriye di hevpeyvînek taybet de li gel Rojnameya Xelat de diyar dike ku wî ji zaroktiya xwe de guhdarî stranên Kurtdî kiriye û stranên hunermendê navdarê kurd yê herêma Efrînê Cemîl Horo gelekî bandor li wî kiriye û dest bi stranbêjiyê kiriye.

Eve jî naveroka hevpeyvînê ye:

Rojnama Xelat: Em bi hêvî ne ku hûn xwe bidin naskirin?

Jiwan Bilend: Ez di dest pêkê de spasiya we dikim ku we derfet da min ji bo ev hevpeyvîna taybet li gel rojnameya Xelat a kurmanca ku xizmeta çand û huner û zimanê kurmancî dike, navê min Jwan Abdo ye lê ez bi Jiwan Bilend naskirî me.

Xelat: Gelo we çi salê dest bi karên xwe ê hunerî kir..?

Jiwan Bilend: Dema ez biçûk herdem bi bavê xwe re diçûm nav darên Zeytûnê. Wî guhdarî Cemîl Horo dikir, kêfa min pir jê re dihat. Sala 2009 min dest bi karê huneriyê Kir.

Xelat: Gelo bandora çi hunermendên kurd li ser we hebû û hûn niha wan hunermendan çawa dibînin?

Jiwan Bilend: Hunermend Cemîl Horo, yek ji hunermendên ku bandora xwe li ser min kiriye.

Xelat: Gelo Heya niha çend klîpên te hene û te ji bo demên pêş  tiştek amadekiriye.?

Jiwan Bilend: Heya niha du klip min hene û ez di amadekirina Straneke nû de dixebitim. Strana min HESRETA MIN EFRÎN hestên yê xurbetiyê û dûrbûna ji welat şîrove dikin.

Xelat: Hunermendên serkeftî piraniya wan peywendî bi kompanî yan jî kesên dewlemend re saz dikin gelo te çima tiştekî wiha nekirî tako tu bikaribî pêngavên mezin di xizmeta pêşveçûn û serxistina proseya vejandina hunera kurdî bavêjî.?

Jiwan Bilend: Ew derfet hîn ji min re çê ne bû ye ku ez tev komela bibim.

Xelat: Gotin û nameya te ji hunermend û ji rewşenbîrên kurd re.?

Jiwan Bilend: Ez Serkeftinê ji hemû hunermendan re dixwazim û bi hêvî me ku em dest bidin hev û hunera xwe ya Kurdî hîn biparêzin.

 

XELAT