Li ser sardana gora Îhsan Nûrî Paşa cara duyemîn
Helbestvan: Seydayê Seîdê Xelatî
Ev cara duyemîne ez hatim sardana te
Bo min gelek keser bû, tim dîtina gora te
Îhsan Nûrî yê pîroz, lehengê gelê Kurdî
Heya dawiya cîhanê bi rûmet serbilindî
Li cem Kurdan pîrozî, pesnan bo te dibêjin
Wekî tavyên biharan, hêstir ji xwîn dirêjin
Herkes dixwaze were, kû gora te bibîne
Kul û derd û keseran, ji dilê xwe derîne
Lê sed cara mixabin, tu dûrmayî ji welat
Heya roja îro jî, bext bi mera yar nehat
Li Tehranê gora te, li buhişta zehraye
Lê gora Yaşar Xanim, sed mixabin windaye
Min pir dixwest gora wê, ezîzê jî bibînim
Li ber gorê bisekinim, çend fatîha bixwînim
Gelo çend sal piştî te, ew jî hate goristan
Wê çend salan bi tenê, jiyan dikir li Tehran
Sed korayî tu kesek, evê yekê nizane
Lê baş zanim du keser, di dil da şax vedane
Yek kesera welat bû, ya din jî kesera te
Yaşar Xanim bi tenê, dihate ser gora te
Çerxa felek ji bo me, tu gavê nebûye yar
Her bager û bahoze, li me nebû qet bihar
Di bin nîrê zulmê da, diborînin Kurd jiyan
Para me yan kuştine, an jî lêdan û zîndan
Ez digel duqtor Mensûr, em hatin ser goristanê
Hêstir ji çav rijiyan, wekî tavyên baranê
Piştî me xwend fatîhe, li ber gorê rûniştin
Me paqiş kir bi destmal, wekî bi av bê şûştin
Çiqas gorek pîroze, li buhişta zehraye
Îhsan Nûrî yê ezîz, bi xwe têda raza ye
Çil û şeş sal li Tehran, ew dûrmabû ji welat
Tim dê bijî bi rûmet, aw baziyê Ararat
Ew Seydayê Xelatî, neşê pesnê te bêje
Gava te bîrvetîne, hêstir ji xwîn dirêje
Soz û peyman ji bo te, dema bête Îranê
Bo sardana gora te, ewê were Tehranê
Li buhişta zehrayê, van helbestan bixwîne
Bi wê gora pir pîroz, dê bêhna xwe derîne
Ji bona duqtor Mensûr, ew gelek spasdare
Lewra xortek hêjaye, pir camêr û hişyare
Biparêze wî yezdan, gel hevala wî Perwîn
Digel herdu lawên wan, Jîhat û Ezîz Arjîn
Seydayê Xelatî
Dawî -Tehran 21/9/2023
XELAT