Min texmîn kir...

Min texmîn kir...

Helbestvan: Xaylaza Reşîd

 

Min texmîn kir...
Min rojekê
Neynika dilê te nihêrî,
Û te
Berê xwe li min guhêrî
Min hew dî,
Deqekê da,
Dinya dora min zivirî,
Tev sekinî,
Hîv jî
Halê min da girî.
Dinya,
Dora min zivirî,
Te berê xwe,
Min guhêrî,
Te berê xwe,
Min guhêrî...


30.07.2025

XELAT