"Min û Korew… Le Kerkûkewa bo Goxilan"

"Min û Korew… Le Kerkûkewa bo Goxilan"

Li salona Kurdistanî Nwê ya borda ragihandinê li bajarê Silêmaniyê îro roja şemiyê 24/1/2026 semînerek ji bo nasandina pirtûka nivîskar Esed Cebarî bi navûnîşana "Min û Korew… le Kerkûkewa bo Goxilan" hat lidarxistin.

Di destpêka semînerê de xulekek li ser giyanê hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê hate rawestandin bi kurtî behsa rewşa mirovî û siyasî ya li deverên kurdî li Kobanê û Hesekê û deverên Rojava hate kirin û rêz li şervanên azadiyê hate girtin.

Navûnîşana pirtûkê behsa reva komî ya milyonî ya gelê kurd li başûrê Kurdistanê dike ya destpêja meha nîsana 1991`an piştî serhildana mezin dike û êş û azarên gelê kurd ku bi dehan zarok ji birca û serma mirin. Her weha ew reva bi kom li cîhanê deng veda û bû sedema birara neteweyên yekbûyî ya parastina mafên gelê kurd li başûrê Kurdistanê û destkeftiyên ku niha li ev parçeya Kurdistanê hene.

Semîner bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û mamostayên zanîngehê û rojnamevanan birêveçû, nivîskar Esed Cebarî ku bi xwe xelkê Kerkûkê ye di wê pirtûkê de behsa sedema ew reva komî dike û encamên wê dike…

Xelat/ Foto: Heme Omer