Pirtûka Mam Celal `Rojname û Rojnamenûs Awabin` hat nasandin

Pirtûka Mam Celal `Rojname û Rojnamenûs Awabin` hat nasandin

Salona Kurdistanî Nwê ji bo nasandin û belavkirina pirtûka (Rojname û Rojnamenûs Awabin) ku derbarê semînera rewanşad serok Mam Celal Talebanî ye hate nasandin.

Serok Mam Celal Talebanî li ser ezmûna rojnamegeriyê ev semînera bi navûnîşana "Rojname û Rojnamenûs Awabin"  di 16/8/1999`an de di xoleka perwerdehiya rojnamevanan de bi navê (Xola Rojnamegeriyê ya 2000) de pêşkêş kiribû.

Ew xol ji aliyê rojnameya Kurdistanî Nwê ve hatibû organîze kirin ji bo pêgihandina kadroyên rojnamevaniyê.

Nasandina pirtûkê ji aliyê kak (Stran Abdulah) ve hate nasandin û tê de bal kişand ser wê yekê ku derçûyên wê xolê gelek ji wan di kenalên ragihandinê de karê xwe berdewam kirin û bûne nimûne û hin ji wan jî koça dawî kirine.

Pirtûk ji aliyê Stran Ebdullah – Newzad Elî Ehmed ve hatiye amadekirin û nivîsandin û îsal li bajarê Silêmaniyê hatiye çapkirin..

XELAT