35`emîn Salvegera Serhildana Mezin a Gelê Kurdistanê 1991
Berya 35 salan Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê plana hûr a raperînê û rizgarkirina tevahiya bajar û bajarok û deverên Kurdistanê cîbicî kir û îro jî berdewame li ser avakirina hukimraniyeke rast ku laîqî gelê Kurdistanê be.
Di roja 5/3/1991`an li bajarê Ranya ya başûrê Kurdistanê welatiyan li dijî hikûmeta hizba Baas ya jinavçûyî, serî hildan û bi xwîna şehîdan desthilata hizba Baas li wî bajarî jinav birin, ew serhildan hemû bajarên başûrê Kurdistanê girte navxwe û bajar bi bajar û navçe bi navçe ji rêjîma hizba Baas hate paqij kirin û gelê Kurd gihêşte azadiya xwe.
Piştî serhildana mezin ya xelkê devera Ranya, xelkê devera Dukan û dewrûberê wê bi heman awayî serî hildan û piştre di roja 7/3 şêniyên bajarê Silêmaniyê serî hildan û desthilatdarên hizba Baas jinav birin û ew serhildan li navçe û bajarokan jî berdewam kir û xelkê bi şerefê Kurdistanê bi moraleke bilind li dijî hizba baas serhildan domandin. Di roja 11/3 li bajarê Hewlêrê û piştre jî li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û heta bi bajarê Kerkûkê di 21/3`ê bi xwîna şehîdan hatin rizgar kirin.
Ji hemû aliyan ve aşkira ye ku endazyarê raperînê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bi serpereştiya rêberê gelê Kurd rewanşad (Mam Celal) bûye, ku di wê serdemê de Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê, take ragihandin bû ku karî coş û morala xelkê bilind bike ji bo beşdarî kirina di serhildanê de û serkeftina raperînê de.
Di 5 adarê de ji devera (Ranya) derwazeya serhildanê, ta zemawenda rizgarî li Silêmaniyê û rûxana kelha stemkariya Bass li Hewlêrê û Duhoka rengîn û ta Xaneqîn û hemû bajar û bajarokên dinê heta Newroza rizgarî ya Kerkûka qudsa Kurdistanê, helmeta serhildan û raperînê destaneka nîştimanî ya gelê Kurd bû bi rêbertiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û xelkê berxwedêr ya başûrê Kurdistanê.
Raperîn çawa destpê kir û guleya yekem kê teqand?
Plana hêzên siyasî yên Kurdistanê ji bo serhildanê roja 7-3-1991`an bû ku diviyabû serhildan li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê bihata lidarxistin.
YNK’ê zêdetirî 300 pêşmergeyan şandibû Çiyayê Kewaraşî yê Ranya, da ku roja 7 adarê li ser hin bajar û bajarokan de belav bibin û alîkariya gelê Kurdistanê di serhildana li dijî rejîma Baas de bikin.
Lê tîbûna xelkê Ranya ya ji bo serhildanê û derkirina Baasiyan plana Pêşmerge ji bo destpêkirina serhildanê bi pêş xist û roja 5 adarê destpêkir.
Şoreş Elî Nebî, kurê fermandarê şehîd yê YNK`ê û yek ji sembolên serhildana Ranya, behsa destpêkirina serhildana mezin a sala 1991`an dike.
Şoreş Elî Nebî dibêje; Dema ku bavê wî şehîd Elî Nebî û çend rêhevalên xwe derbasî nava bajarê Ranya bûn, weke yekemîn cihê şoreşeke mezin gihiştin Mizgefta (Naciye xan) ku cihê yekem a pêxistina agirê serhildana mezin bû.
Guleya yekem ji aliyê Elî Nebî ve hat avêtin û di encamê de endamekî Be`siyek tê kuştin û be`siyekî din jî birîndar dibe.
Ev demek e ku mirov, her çend berê ditirsiyan jî, lê êdî tirs hate şikandin û ciwan û kalemêr, xort û keçên bajêr derketin kolanan û coşa azadiyê belav bû û bi tilîliyên jin û dayîkan şoreşê serkeftina xwe ya yekem tomar kir.
Bi gotina Şorş kurê şehîd Elî Nebî, bavê wî û hevalên wî bûne hedefa destpêkê ya Baasiyan. Dizanibûn ku Şehîd Elî ji bo serhildanê amade ye, lê beriya dijmin wan derbeyeke giran li wan xistin û pişta dujmin şikandin.
Hêjayî gotinê ye ku, berhema serhildana mezin ezmûna demokratîk a gelê Kurdistanê ye, ku ji bo hemû gelên Kurdistanê çavkaniya serbilindiyê ye. Ev hikûmet ku tevî astengiyên ku pê re rû bi rû maye, bi destkeftiyên xwe dewlemend e, ji bo herêmê hêviya pêşerojeke geştir dide, ku li ser bingeha rastkirina rêbaz, temamkirina erkên çeksazî û pêşxistina saziyan li seranserê welatekî demokratîk û federal e.


XELAT
