Nûnerên Encumenê ji bo rewşa penaberên Rojava civiyan

Nûnerên Encumenê ji bo rewşa penaberên Rojava civiyan

Roja Duşemê 24/11/2025, Endamên desteya rêveber a Encumena Penaberên Kurd ên Rojava bi hin nûnerên encumenê yên li derveyî sînorên bajarê Silêmaniyê re civiyan her weha nûnerên ku nekarîn bi awayekî şexsî beşdar bibin, bi rêya telefonê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de destpêkê Serokê Encumena penaberên Kurd ên Rojava (Hozan Efrînî) bi giştî li ser rewşa aborî, civakî û perwerdehî û rewşa taybetî ya penaberan axivî. Piştre jî nûnerên encumenê li kampa penaberan a Barîke li Erbet û nûnerên wê li Pênciwîn û Çemçemal, Ranya, Baziyan û Dukan, Sîtek û Tasloce û Hewane yên li derveyî bajarê Silêmaniyê nêrînên xwe anîn ziman.

Di civîne derbarê rewşa penaberan de di warê nîştecihbûnê û pirsgirêkên derdikevin pêş û her wiha ew li ser mijara xerca bilind a ji bo nûkirina niştecihbûnê, ku ji bo testên xwînê digihîje 85 hezar dînaran ji bo her kesî, û giliyên pirjimar ên li ser vê yekê li hev kirin.

Civîn bi çend pêşniyarên lihevkirî yên ku dê ji rayedarên têkildar re werin pêşkêş kirin bi dawî bû.

Xelat