Bazara xwaringehên xelkê Rojavayê Kurdistanê li Herêmê germe

Bazara xwaringehên xelkê Rojavayê Kurdistanê li Herêmê germe

 Huda Mecîd, ku xelka bajarê Hewlêrê ye, dibêje, ew her hefte diçe xwaringehên xelkên rojavayê Kurdistanê da ku xwarineke xweş bixwe. Rast e xwarinên me kurdewarî yên xweş hene, lê xwaringehên Kurdên me yên Rojava yên ku li vir vekirine, xwarinên pir taybet ên ku tama wan ji xwarinên me cudatir e, amade dikin, ji ber ku hin biharatên ku em bi kar naynin zêde dikin.

Çand wan bawerî, şûnwar û taybetmendiyên hevpar ên ku komek mirovan diyar dikin, di nav de ziman, kevneşopî, huner, ol, tevgerên civakî û xwarin li xwe vedihewîne.

Xwarinên hevpar ên her civakê dîroka çandî, erdnîgarî û kevneşopiyên civakî yên mirovên di wê civakê de dijîn nîşan dide. Bê guman gelê me yê Kurd li Sûriyê jî xwarinên xwe hene, ku tama wan ji xwarinên hemû civakên din cudatir e.

Di van salên dawî de, şerê navxweyî yê Sûriyê bûye sedem ku bi sed hezaran penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî li wî welatî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û cureyên kevneşopî û xwarinê bi xwe re bînin Herêma Kurdistanê.

Yek ji van taybetmendiyan jî, anîna xwarinên Şamê û Helebê û Qamişlo û Efrîn û Kobanê ye bi rêya vekirina bi dehan xwaringehên taybet li Hewlêr û Silêmaniyê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê û heta li bajarên Êraqê jî.

Li gor hin niştecihên bajêr, ji ber tam û xweşbûn û çêjên cuda yên xwarinên wan daxwazeke mezin li wan tê kirin.

 (Welat Seydo) ku xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, 6 sal in li Herêma Kurdistanê dijî û karmendê xwaringeheke taybet e bi xwarinên Şamê li Hewlêrê ji rojnameya Kurdistanî Nwê re dibêje: Berê li bajarê Efrînê xwaringehek me hebû, niha jî ku em li vir bi cih bûne, me xwaringehek vekiriye.

Got jî "Xwarinên me taybetiyên xwe hene, wek nimûne, em bi nan sandwîça mirîşkan çêdikin û biharatên cihêreng bikar tînin da ku tama xwe biguherînin"

Li gor amarên şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Hotêl û Xwaringehên Herêma Kurdistanê, tenê li Hewlêrê 105 xwaringehên pispor di amadekirina xwarinên Sûrî û Rojava de hene.

Xwediyê xwaringeheke Rojavayê Kurdistanê li taxa Hevalan ya bajarê Hewlêrê (Mihemed Omer) ji Kurdistanî Nwê re wiha got: “Berî 4 salan ez ji bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ez koçberî Herêma Kurdistanê bûm. Li Hewlêrê nîştecih bûm û min xwaringeheke taybet danî û xwasteke zêde li ser heye.

 Got jî: "Xwarina me bi piranî yên sûrî û hinekî jî tirkî ye, cudahiya xwarinên me û yên Herêma Kurdistanê ew e ku em gelek biharatan bikar tînin, ku ji bo tenduristiya mirovan gelek bikêr in."

 Li gor gotina xwediyên xwaringehên ku xwarinên sûrî li herêmê amade dikin, ew çend cureyên xwarinên ku pir daxwazî ​​li wan tê kirin, amade dikin, wek kulêre bi zater Kulêre bi penîr, semîsank (Patîle) û çend xwarinên din.

Serokê şaxê Hewlêrê yê Komeleya Hotêl û Xwaringehan a Herêma Kurdistanê (Zirak Bîko) ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihand: Sedema sereke ya germbûna bazara van xwaringehên Rojavayê Kurdistanê ji ber hebûna gelek penaberên Rojavayî ne li Herêma Kurdistanê û Hewlêrê ye, ku hez dikin xwarinên welatê xwe bixwin û serdana xwaringehan bikin.

Zirak Bîko aşkira jî kir ku: “Nêzîkî 80 xwaringehên biçûk yên xelkê Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hene û nêzîkî 25 xwaringehên geştuguzarî, ku piraniya wan xwaringehan xwarinên bilez û navdar çêdikin. Her weha 5 ji wan xwaringehan jî brandin.

Got jî: Herçend her xwaringehek taybetmendî û mêhvanên xwe hene, lê zêdebûna xwaringehên Sûrî li herêmê, heta radeyekê bandor li daketina bazara xwaringehên Kurdî ên Herêmê kiriye.

 

XELAT