Bizava Aştiya Navxweyî serdana Mam Celal kir
Duh roja înê 5-9-2025’an li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, şandeke ji (Bizava Aştiya Navxweyî- BAN) bi yawirê rêxistinên Êraqî, serdana mezarê serokê rewanşad ê kurd Mam Celal kir.
Her weha ew şanda Bizava Aştiya Navxweyî ku serdana mezarê kiriye ku ji ya Silêmaniyê bi serokatiya Mamoste (Serbest Hewramî) û ya Rojava bi serokatiya rojnamevan (Hozan Efrînî) pêkhatibû.
Di şanda (Ban a Rojavayê) de ku her yek ji rêzdaran rojnamevan Dawud Çîçek û kesayetiya civaknas Elî Şahîn beşdarbibûn.
Di destpêkê de, derbarê rastî û kar û xebat û helwestên serok Mam Celal ji aliyê mîvanên Êraqî ve hate pêşkêşkirin û di dawiyê de ji aliyê berpirsên şandan ve di dafêra bîranînan de gotin ji bo Mam Celal hate nivîsandin ku Hozan Efrînî jî bi gotina "Rewanê te pak ey sembola netewiya kurd" nerîna Ban Rojava anî sernivîs.




XELAT
