Serok Mam Celal di yadweriyên `Kameran Qeredaxî` de

Serok Mam Celal di yadweriyên `Kameran Qeredaxî` de

Rojnamevanê bilîmet yê Kurd (Kameran Qeredaxî) pirtûkek bi navê "Buhara Kurdî ya bi xwîn – şahid û şahidnameyên li ser serhildana Kurdî" bi zimanê Erebî weşandiye.

Ji aliyê xwe ve Dr. Jîno Ebdulah bi nivîsekê bi navûnîşana (Serok Mam Celal di yadweriyên Kameran Qeredaxî de) bal kişandiye ser naveroka pirtûkê û qonaxeke giring di peywendiyên desthiladarên Tirkiyê li gel serkirdeyên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî rola serok Mam Celal di wê qonaxê de li ser zimanê Kameran Qeredaxî ku şahidê wê qonaxê bûye.

Dr. Jîno Ebdulah di gotara xwe de diyar kiriye ku, kilîta vekirina peywendiyên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de, Serok Celal Talebanî û serokê Tirkiyê Turgut Ozal bûne, ku bi hevdîtina dîrokî ya Koşka Çanqaya temam bû her weha endazyarê vê asayîkirina peywendiyan jî rojnamevanê navdar û bi ezmûn Kameran Qeredaxî nivîskarê pirtûkê bûye.

Dr. Jîno Ebdulah

Dr. Jîno amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew pirtûk bi belgeyan û hevdîtinên rojnamevanî digel kesên yekem û peywendîdar bi rûdanên başûrê Kurdistanê tijiye, ku nivîskarê pirtûkê rola xwe têde dibîne weku rojnamevan û piştre jî wek pirê peywendî û organîzekirina hevdîtinan di navbera Serok Mam Celal û serok Turgut Ozal de her weha çendîn name û plan jî di derbarê gelek biwarên cuda jî, bi taybet piştî raperîna Başûrê Kurdistanê ji bo Serok Mam Celal Talebanî û Mesûd Barzanî dişîne.

Kameran Qeredaxî, derçûyê zimanê Rûsiye li Yekîtiya Sovyetê berê de û rojnamevanekî zîrek û bi ezmûn yê cîhanî ye, bi hûrgilî behsa çîrokên pişt rûdanên rêxistina yekemîn dîdara dîrokî ya di navbera Serok Mam Celal û serok Turgut Ozal di roja 14/6/1991`an dike ku wê demî ew (Kameran) di rojnameya (El-Hayat) ya Londinî de kar dikir û wek nûnerê rojnamevanî ya rojnameyê serdana Enqere kiriye, lê belê carekê bi rêya rawêjkarê ragihandinê yê Turgut Ozal serokê wê demê yê Tirkiyê bi navê (Kaya Tobîr) ve hatiye agahdar kirin ji bo hevdîtina rojnamevanî ligel `Ozal` , dema wê jî 20 xulek bûye lê belê hevdîtin yek seatê dirêj dike û Turgut Ozal bi mereq nûçeyên serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê jê dipirse.

Bi gotina Kameran Qeredaxî ku şahidê wê serdemê bûye, ew dîdar bûye şikandina cemeda peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê, her weha piştre jî di rûdaneke degmen de dîdara dîrokî di navbera rewanşad Mam Celal û Ozal de tê organîze kirin û di wê demê de kevirê bîngehîn yê peywendiyên navbera başûrê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye danîn.

Kameran Qeredaxî dibêje, piştî mayîna min li Silêmaniyê, ew çûye dev Serok Mam Celal daku bersiva nameyê amade bike û Mam Celal jê re gotiye rûne ewê niha nameyê amade bike. Serok Mam Celal di 10 xulekande nameyek kurt û watedar dinivîse bi gotina Qeredaxî.

Kameran Qeredaxî dibêje: dema min nameya serok Mam Celal da destê wezareta derve yê Tirkiyê, ew name gelekî bi dilê navendên siyasî û çavdêrên siyasî yên Tirkikyê bû, ji bersiva bihêz ya nameyê matmayî man, ku digotin Talebanî ji bo nameyê binivîse nêrîn û dîtina pispor û akedemisyenên Tirkiyê wergirtiye ji ber wê name gelekî xweşik nivîsiye. Dema serok Mam Celal gotinên rayadar û biryarderên Tirkiyê dibihîse, gelekî keyfxweş dibe, di civînan de dikenî û behsa wê babetê dikir û digot, ew Kameran Qeredaxî şahîde ku min bi xwe di 10 xulekan de ew name nivîsandiye.

hêjayî bi bîrxistinê ye ku, Kameran Qeredaxî du sal û nîvan wek berpirsê nivîsîngeha Serok Mam Celal kar kiriye û di sala 2007`an xanenişîn bûye.

XELAT/ Kurdistanî Nwê