Dr. Bîlal Qeraan dostê gelê Kurd Serdana mezarê Mam Celal
Dostê gelê Kurd, helbestvan, nivîskar û akademisiyenê Ereb yê Urdinî Dr. Bîlal Qeraan roja sêşemê 4/11/2025 digel şandeke Encumena Penaberên Rojava bi serokatiya Hozan Efrînî serdana Mezarê serok Mam Celal li bajarê Silêmaniyê hat kirin.
Her weha akademisyenê Urdinî bi regez Ereb û dostê gelê Kurd Dr. Bîlal Qeraan û şanda Encumenê ku ji her yek li Hozan Efrînî û Dawûd Çîçek û Roşîn Serêkaniyê pêkhatibûn bi germî ji aliyê endamên lîjneya sekretariyeta Serok Mam Celal ve hatin pêşwazî kirin.
Di wê serdanê de Dr. Bîlal Qeraan axivî û got: "Rewanşad Serok Mam Celal ji bo Urdunîyekî wek min mînakek mezin e. Mam Celal karîbû demê neh salan rêbertiya tevahiya gelê Êraqê bike, ji ber vê yekê min îro serdana goristana wî kir da ku dilsoziya xwe ji wî re nîşan bidim. Mam Celal mînakek mezin a aştî û jiyana hevbeş bûye."
Dr. Bîlal Qeraan diyar jî kir ku, "Daxuyaniya wî ya herî balkêş ji bo min daxuyaniyek sade û zelal lê kûr bû. Dema ku wî got `Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye, ev daxuyanî wateyek hêsan nîne, belkû gelekî giran û gelek wateyan li xwe digre ku ya herî giring jî ew bû ku Kerkûk sembola pêkvejiyanê ye ji ber vê yekê Serok Mam Celal Kerkûk wekî sembola jiyana hevbeş li Rojhilata navîn hilbijart. "
Her di wê serdanê de Serokê Encumena Penaberên Rojava -Sûriyê Hozan Efrînî jî bi germî pêşwaziya Dr. Bîlal kir û serdana wî ji bo Silêmaniyê û mezarê Mam Celal biu giring wesif kir.






Xelat
