Merasîma nasandina pirtûka dengî `Hêro Brayîm Ehmed bi kurtî`

Merasîma nasandina pirtûka dengî `Hêro Brayîm Ehmed bi kurtî`

Bi merasîmekê îro şeme 28/2/2026 li salona Kurdistanî Nwê pirtûka dengî ya bi navûnîşana (Hêro Brayîm Ehmed bi kurtî) hat nasandin.

Merasîma ku ji aliyê Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê hat organîze kirin bi beşdariya xanima yekem a Êraqê Şanaz Brayîm Ehmed û Serokê saziya Serok Celal Talebanî balyoz (Mihemed Sabir) û berpirsê borda ragihandinê (Letîf Nêrweyî) û hejmarek ji nivîskar û rojnamevan û kesayetiyên diyar birêveçû.

Di wê merasîmê de Letîf Nêrweyî bi gotarekê behsa rol û xebata Hêro Îbrahîm Ehmed wek jineke tekoşer û serkirde ya xebata netewî û nîştimanî ku xizmetek gelekî mezin ji bo gelê Kurd kiriye û bi taybetî damezrandina televizyona Xak û kenala Kurdsat û arşîvek gelek mezin a şoreşa nû tomar kiriye.

Pirtûka dengî ``Hêro Brayîm Ehmed bi kurtî`` ji aliyê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û bi hevkariya mûzexaneya nîştimanî ya Emne Soreke hatiye berhemanîn. 

Xelat