Mem Ararat - Sebahul Xeyr

Hunermendê deng nazik û xweşewîst Mem Ararat kilîpek nû bi navê (Sebahulxeyri xanê min) li ser tora xwe ya Youtubê weşandiye û weha nivîsiye:

Bi rêhavaltiya straneke din ,bi kelecan em dîsa li gel hev in gelî dostan. Vê carê straneke gotinên wê  ji helbesta helbestvanê nemir Melayê Cizîrî û ji besteya hunermendê Kurd yê hêja Zubêr Salih pêk tê me şîrove kir.Ji ber kû destûr da me ji bo xwendina stranê ji dil can spasiya birêz Zubêr Salih dikim.Herweha spasiya xortê delal Robîn dikim kû ev vîdeo klîp ji bo me çêkir. Spasiya hemû hevalên xwe yên muzîkjen dikim lewma rêhevaltiya me kir û keda xwe tevli keda me  kir.Bi hêvî me ev stran bibe sedema kêfxweşiyê ji bo me teva.

Sebahulxeyri xanê min

Şehê şîrînzebanê min

Tu wî rûh û rewanê min

Bibit qurban te canê min

 

Te'alallah çi zat î tu

Çi wê şîrînsifat î tu

Ne wek qend û nebat î tu

Yeqîn rûh û heyat î tu

 

Heyat û raheta canim

Sebahulxeyri ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Ji wê zulfê ji wê bendê

Reha bim lê ji peywendê

Siyehçeşmê sipîzendê

Te sohtim şubhetê findê

 

Şubhê şem' û şemal im ez

Ji ber hubba te lal im ez

Ze'îf im wek hilal im ez

Sifetgoyîn dikalim ez

 

Vi bulbul ra bi evxan im

Sebahulxeyri ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Were pêşber Melayê xwe

Şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke lîqayê xwe

Mela nemrit bi dayê xwe

 

Mesîha yî li bîmaran

Kesên geztî du reşmaran

Şehîdên şîr û mûkaran

Kirî amancê nûbaran

 

Li dîdara te heyran im

Sebahulxeyri ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

 

Helbest Melayê Cizîrî

Muzîk: Zubêr Salih

Aranje:Mem Ararat

Tembû, cûra û tembûra dêwan: Hüseyin Can Pala

Pekusyon: Kerem Can Arslan

Gîtara Bas: Nîhad jemsher

Bilûr: Serkan

Mîks û Masterîng: Nîhad Jemsher

 

XELAT