Narîn Feqe - Rojava

Hunermenda dengxweş a Rojavayê Kurdistanê (Narîn Feqe) kilîpek nû li ser tora Youtbê bi navê (Rojava) belav kiriye...

 

Rojava

Ji bûna jînê û hebûnê

Peyda bûm li Bihemdunê

Li bin xetê û li her derî

Ez bûm dengê Xoybûnê

 

Warê herdem kesk û ava

Rojava me ronya çava

Min havêt ew Zinara reş

Nema çaxê qeyd û dava

 

Rojava geş û zindî me

Ez Renaissanca çandî me

Hawara Mîr Celadet im

Ala zimanê kurdî me

 

Bi yekêtî û bi yekdengî

Namînin qeyd û astengî

Gel û welat hawar diken

Ev dubendî heta kengî?

 

Vegeryane biyabanî

Revîn ew çetên biyanî

Bi hêza yekbûna kurdan

Azad bû şarê Kobanî.

 

**Têbînî: Zinara reş, mebest jê: Zinara erebî ye.

 

XELAT