Aynur Dogan - Bîranin
Hunermenda dengxweş a Kurd Aynur Dogan kilîpek nû bi navê (Bîranîn) belav kiriye.
Aynur Doğan di sala 1975an de li navçeya Melkişî ya bi ser parêzgeha Dersimê ku navçeyek çiyayî yê Bakurê Kurdistanê ye ji dayik bûye.
Aynur Dogan di sala 1992an de bi malbata xwe te koçê bajarê Stenbolê dibe.
Aynur Dogan bi muzîkjenên naskirî yên navnetewî re di projeyên bi hevkarî û di fîlmên navnetewî de cih girtiye.
Albûma xwe ya pêşîn di sala 2002an de belav kiriye. Di sala 2004an de albûma xwe ya bi navê Keça Kurdan ku ji aliyê Kalan Mûzik ve hatiye çêkirin belav kiriye û bi strana xwe ya bi navê Keça Kurdan li seranserê Kurdistanê hatiye naskirin.
Sitrana Keça Kurdan ji aliyê serdozgeriya parêzgeha Amedê di sibata 2005an de bi hinceta propagandaya rêxistinên ne qanûnî hatiye qedexekirin û carek din dîsa qedexebûna li ser stranê di dawiya sala 2005an de hatiye rakirin.[3]
Di adara sala 2017an de ji aliyê Enstîtuya Muzîkê ya Deryaya Navîn a Berkle ya Amerîkayê ve wekê berbijarê xelata "Hostaya Muzîka Deryaya Navîn" tê diyarkirin û xelata sala 2017an a dibistanê wergirtiye.
Aynur Doğan di sala 2021ê de ji aliyê Fuara Navneteweyî ya Muzîka Cîhanê ya Womexê ve wekî hunermenda salê hatiye diyarkirin û xelata saziyê ya sala 2021ê wergirtiye.
XELAT