NALÎNEKE XWÎNŞIRÎN … Kilama Azadiyê
Foto; Abdulaziz Peşêw, Feratê Dengizî, Berken Bereh û Ehmed Huseynî. / Diyarbekir
Nivîskar û Helbestvan: Berken Bereh
Cara ewil sala 2005ande Ehmed Huseynî hate Diyarbekir. Ez û rehmetî Arjen Arî çûn pêşiyê li balafirgehê. Ger em neçûna kes nebû ku wî pêşwazî bike. Mala min bişawite ji te re Şêxê delal.Par ders öin ev şi'r ji te re rêkir tu gellek bexyewar bibû. Ez zora vê bêbavê bibim te gotibû. Zû bû loo. Hê me yê çend şekir li gel hev bişkênanda bi qewlê te.Oxira te ya xêrê be. Dê şi'ra te her li esmanê me biçirûse û rêya me ronî bike.
NALÎNEKE XWÎNŞIRÎN/Kilama Azadiyê
Kevir dibariya ji esmanê bê mirês
Feqîrî
Penaberî
Gulistan seranser mij û toz
Gulistan li bin nîrê demsaleke boz diariya
Û aş û ba û çîrok
Û kurmanciya xemrevîn
Li ser agirê bindestiyê dinaliya.
Ji sinfoniya dengbêjan bayeke ciwan hilbû
Bû olaneke ji rengê çiyan
Her ku çû getir
Her ku çû bilindtir
Her ku çû firehtir...
Şi rtleza kurmanciyê konê xwe veda
Û dengveda bû gul bi navê Ehmed Huseynî
Nalîneke xwînşirîne Ehmed Huseynî
Ji xweliya sinema Amûdê hilbûyî
Hawareke diltezîne
Li esmanê Helebçe
Guleke nepen û nû bişkuvî
Li meydana Çarçira
Robareke Ehmed Huseynî
Li geliyên Dêrsimê destmêja xwe bi peyva kurmancî hildayî
Çirûskeke Ehmed Huseynî
Di şevistana helbesta kurmanciyê de
Dînemêreke
Li vê sedsala giyankuj
Li hember mîg,fantom,skorsky û gaza kînyewî
Bi xencera kurmanciyê desthilanî
Bilbileke Ehmed Huseynî
Di tunêla şeva sar a bindestiyê de
Ji me re
Kilama azadiyê distrê
Xelat
