Hunermend Elî Tico stunek ji stunên hunera kurdî bû
Nivîs: Hozan Efrînî
Min hunermend Mihemed Elî Tico di sala 1995an de ji nêzîk ve nas kir û yekemîn dîdara min û wî li mala wî ya li taxa Şêxmeqsûdê bû ku nêzîkî Qehewwxaneya Cemîl Horo bû. Wê demê ez rêvebirê Hunergeha Kurdî li Helebê bûm, ez û mûzîkjenê kurd ê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê hunermend Êqbal Hêcabî ku xwediyê ezmûneke dûr û dirêj di vejandina Êkstraya kurdî li Ewropayê bû.
Dema ku em gihîştin ber deriyê mala wî, em bi hembêz pêşwazî kirin û em derbasî male bûn.
Hevjîna wî ya herî biçûk deka Mihemed jî li wir bû, hunermend Bavê Elî ji hevjîna xwe qehwe û av xwest, me jî bi dilgeşî pejirand, lê me jê re got em dîtina te ji her tiştî girîngtir dibînin.
Êqbal Hêcabî jê re got em dixwezin te vexwînin Almanyayê û li wir ahengan saz bikin û em dixwezin li wir jî çanda çiyayê kurmênc were weşandin. Wî jî got; Ez berê çûme Holanda û Firansayê û min hunera çiyayê kurmênc daye nasîn, lê ez dîsan amade me û ezê di xizmeta çand û hunera kurdî de bin. Ji me giştikan tê xwestin ku parêzvanên çand û huner û wêjeya kurdî a resen bin.
Bi wê bersivê, dilê me giştikan xweş kir. Ev bû hunermendê me Bavê Elî. Ez gotinên wî ji bîr nakim ku rastiya çanda Efrînê diparast û divejand.
Ez dikanim ji bo dîrokê wiha behsî hunermendê me bikim ku piştî ku min bi xwe guhdarê kir û nêzîktiya wî û ya ji xwedîderketin li çand û hunera kurdî ya resen re. Bi rastî hunermend Elî Tico, yek ji stûnên parastin û vejandina çand û hunera kurdî resen e, yek ji hunermendên herî naskirî û bi navûbang ê Rojavayê Kurdistanê ye, bi sedan stranên kilturî û çandî kurdî resen vejandine, herweha çendîn stranên netewî û nîştimanperwerî, evînî, û serpêhatiyên kevnar û dêrîn strane.
Hunermendê çiyayê kurmênc Mihemed Elî Tico, ku bi nave Bavê Elî tê naskirin, ji gundê Hesen Dêra yê ser bi navçeya Şera ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye. Nişteciyê navenda bajarê Efrînê, taxa Eşrefiyê bû, lê pişt re jî li bajarê Helebê di taxa Şêxmeqsûdê de niştecih bû.
Hunermend ê dêrîn ê kurd Mihemed Elî Tico wek hunermendekî kurd ku piraniya jiyana xwe ji bo parastin û pêşxistina çand û huner û wêjeya kurdî terxankiribû. Dikanî xwe bi piraniya gelê kurd bide pejirandin û stranên xwe jî, li ser hemû kesayetiyên kurdperwer û şoreşger û buyerên ku di dêroka gelê kurd de hatine hole bûn.
Li Gundê Hesen Dêra ya Efrînê û sala 1930 hatiye dine û di sala 17-2-2012 de koça dawî kir.
Ew bi bandora hunermendên mezin û dêrîn wek Hes Nazê û Evdê Şerê. Sazmendekî gelek bihêz bû. Xwedî 103 stran bû.
Di sala 1967`an de, ji aliyê rêxistina UNESCO yê ve ji bo Firansa û Holandayê hate vexwendin û beşdar jî bû ku 5 salan bi ser hev ve li ser hunera sazê û stranên kurdî şirove dikir.
Ji berk u ew hunermendekî gelek bihêz û ji xwe razî bû. Gelek jêhatî û xwedî ezmûn bû.
Em Bavê Elî ji dil bi bîrtînin û emê xwedî li kar û xebat û erkên hunerî ên wî û hevalên wî derkevin. Parastina çand û hunera kurdî ya resen erkê me hemûyane. Pêwîste em hunermendên xwe pêş mirinê rêz lê bigrin û mezin nîşan bidin.
Xelat
