JI HOZA HEMAWEND IM ?!
Nivîskar: Salih Heydo
Di buhara sala 1984 an de,mamûrê şaredariya bajarê Hesekê yê qaçemeniyên xanûberan(museqefat) li bacê digerriya,lewra hate mala me ,taxa Ezîziyê li derî xist û derbasî hewşê bû,bi rêz û rûmet silav kir û bi zimanê erebî,zaravayê xelkên Dêra zorê dipeyivî,Lewra ji min re got: Çend xanî û ode di hewşa we de ne? Min hejmara xanî û odeyan jê re got û şanî wî dan ,piştî ku ji hejmara wan sax bû go wiqase pere dikin. Min jî pereyê baca salê danê,dema pere girtin, hejmartin qelema xwe derxist û di deftera xwe ya mamûrtiyê de hejmara odeyan û hejmara pereyên wergirtî hemî nivîsand û di dawiyê de navê xwe û emza xwe jî avête binî û nivîsand,her wiha weke tê bîra min navê wî Reşad El-axa bû!
Bi rastî kêliya çavê min bi navê El-axa ket min xwest ez jê bipirsim ku çi kese? Çiku wî navî baş bala min kişand û min di dilê xwe de behwer dikir ku wê ev kes kurd be û tîp û tîtalên wî jî ne weke Dêriyan bû ,zilamekî kejîsor û çavşîn û rûgeş û milayim bû, Lewra min jê re got: Kerem bike rêzdar em derbasî hundir bibin ku em bi hev re fincanek qehwe vexun.Lewra daxwaz û merema min ew bû ku ez dilê xwe li ser kok û nijadê wî têxim cih û nasbikim ! Ciwamêr go spasiya te dikim,hinekî karê min heye,ez li bacê digerrim lê madem te gotiye, ez ê derbas bibim û em ê bi hev re Qehweyekê li cem te vexun.Piştî min ew derbas kir û heya qehweya me amade bû min jê re got: Rêzdar paşnavê El-axa di navê te de derbas bû ,ez dixwazim nasbikim ku ev Axa ji te re ji kîderê hatiye,Lewra ev peyv di nav milletê Ereban de tune ye?!
Dema min wilo got, bersiva min da û got: Xebera te ye,rast e, ez ji rûniştmanên Dêra Zorê me û zimanê min Erbiya Şêweyê Dêriya ye lê bi koka xwe ez kurd im û ji Hoza Hemawend im heger te bi wê bihîztibe û ji sed salî zêtir em ji bajarê Mûsilê hatine Dêra zorê ,lê rabûn û rûniştina me ,zimanê me hemî bûye weke civaka Dêriyan lê her ez dizanim em kurd in?
Min lê vegerrand û got: Başe !Qe tu tiştekî li ser eşîra xwe dizane ku tu hinekî ji min re rohniyê bavêje ser? Bersiv da û got: Hîç ez tiştekî li ser nizanim,lê tenê ez dizanim ku ez ji hoza Hemawend im û ez kurd im,lê bapîrê min dizanî bû,ew jî ji mêj ve çûye ser heqiya xwe û bavê min jî pir tiştan li ser nizane!
Dema wilo got min jê re şirovekir û anî zimên ku ez her tiştî li ser eşîra te dizanim û min baş li ser xwendiye û nivîsandiye!
Dema min wilo got di dews de li min vegerrand û got: Wê hîn çêtir be Heger tu ji kerema xwe re ji min re li ser eşîra min bipeyive û dîroka wê bîne kifşê ezê gelekî kêfxweş û dilşa bibim,ji ber kes tiştekî li ser nizane,tenê weke nîşanekê li cem me ye ku em Hemawed in û hew!
Lewra min dest pêkir û jê re got:
Hoza Hemawend ji hozên herî şervan, dijwar û zirz bûn di kurdistanê de,li deverên Silêmanîyê, di başûrê kurdistanê de dijiyan û timî di şer û qalên giran de bûn li himberî xunkariya Osmaniyan û hîç hukumdariya wan nedipijirandin û di gelek caran de jî êrîş dibirin ser hozên derdorên xwe jî. Her wiha ji bo van egeran desthilatdariya Osmaniyan di serdema Sultan Ebdilhemîd de derdora Salên 1890 an de bi fermana Rasim paşayê Osmanî hoza Hemawend ji derdorên Silêmaniyê bi darê zorê rakirin û ew li deverên Mûsilê bi cih kirin,lê dîsa jî Hemawendî bêdeng neman û her li himberî Osmaniyan şer û şiltax dikirin û serêşî ji wan re derdixistin û êrîşî zabit û esker û mamûrên wan dikirin di gel hozên alîkarên wan ji Hozên kurdan,Ereban û Turkumanan.Lewra Desthilatdariya Osmaniyan di sala 1892 an de fermaneke dîtir û dijwartir derxist dîsa di rêya Rasim paşa re ku bi hilmet û fireleşkeriyeke giran rabe û hoza Hemawend ji kokê de rake û wê sirgûnî Lîbyayê bike da ji axa xwe dûr bikevin û hew tevbigerrin! Li ser vê fermana giran û hovane desthilatdariya Osmaniyan bi serkêşiya Rasim paşa hoza Hemawend hemî ji deverên Mûsilê sirgûnî Lîbyayê kirin da ku li wan biyaban û Çolistanên xirrî-xalî bimînin û bere-bere winda bibin ,bi derdên xwe herin yan asmîle bibin.Her wiha Dema Hemawendî bi mehan qonaxên dûr û dirêj di wan nîrên dijwar de derbaskirin û bi dijwarî gihajtin Lîbyayê,hindik derbas bû dîsa ne hedinîn û ji wê axê gelekî nifret dibûn,(Xwezaya çiyayên Kurdistanê li ku û çolistan û qûmistanên Lîbyayê yên xalî û rût ku ji gumgumok û dûpişkan pêve tişt lê tune ye li ku)?! Her wiha Hoza Hemawend dîsa nehedinîn û tevgeriya û li himber Osmaniyan dîsa serî hildan û ketin pêxîla wan li wî welatê dûr û xalî.Lewra Osmaniyan fermanek dîtir derxistin ku wan bavêjin çiyayê kesk(Cebel el exder) li nêzî Bajarê Binxazî li perrê deryaya naverast çiku ew çiya şîn û hênik e weke çiyayên wan e,dibe ku karibin lê bi cîh bibin?
Lê hoza Hemawend li devera Bunxazî û çiyayê kesk jî nehedinîn û her di tevger û ne aramiyê de bûn.Lewra şevekê malmezin,maqûl,axe û rîsipiyê wan hemî li hev kom bûn û şêwra xwe kirin û biryar girtin ku ji berê ve şeva bê siwar bibin û berê xwe bidin erda kurdistanê û ji vî welatê xirrî-xalî û rût derkevin û vegerrin devera Silêmaniyê!
Her wiha piştî civîn û şêwrê û biryargirtinê hoza Hemawend hemiyan kar û barê xwe kirin û amadekariya xwe kirin û di bin perdeya şevê de berê xwe dan rojhilatê û ketin rê, lê roja dîtir eskerên Osmaniyan bihîztin û bi hêzeke xurt û pirr ketin Pêşiya wan li ser sînorê Misrê û Lîbyayê bi awayekî hovane ew gullebaran kirin û vegerrandin piştî ku Sêsed kes ji maqûl,malmezin û serek hoz û rîsipiyên wan kujtin ,her wiha yên mayîn jî vegerrandin devera Terablusê û ew xistin gemiyan de û şandin,Stembolê,Yûnanistanê û deverên dîtir yên di bin desthilatdariya wan de da wan ji hev cuda û tar û mar bike û ev hoz nemîne!Tevî vê hovîtiya Osmaniyan dema ew bi darê zorê ajotin gemiyan kulla zirrêbê (ÊşaTa'ûnê)bi rêv de li wan xistiye û pirraniya wan ji ber wê êşê jiyana xwe ji dest dane , lewra kita-kitan Hemawendî ji wê fermanê û wê kullê filitîne ! Her wiha ez pê de çûm û min ji yê mamûr re got: Belê rêzdar! Hemawendî ev bûn û ev hineke ji serpêhatiya wan û Osmaniyan! Lê nuha te xwe naskir yan na ?!Û ez pêde çûm û min got:Her wiha dema em dibihîzin ku hin kurd li Lîbyayê hene dibe ku ji bermayên hemawendiyan bin û ji kûraya dîrokê de dijminê doza kurdan gelek bobelatên mezin bi serê wan de anîne,weke qirkirin,sirgûnkirin,talankirin û jihevbelakirin,lewra Kurd li gelek welatan belav bûne weke Yemenê,Misrê,Cezayirê,Sûdanê Urdin û felestînê û li pir dewletên dûr û nêzîk,ev ji encama wan bobelatên herî mezin bûn ku li serê wan qewimî bûn û heya nuha jî berdewam in! Dema min wilo Li ser hoza Hemawend û kurdan şirovekir wî jî kesereke kûr kişand û got: Ez spasiya te dikim,lewra pêdiviye ku ez van agahiyan ji Malbata xwe û zarokên xwe re bibêjim û hîn çêtire ku bi koka xwe,zimanê xwe û dîroka xwe ve bêne girêdanê.Lewra gelek malbatên kurdan li Dêra zorê hene,lê ew jî wekî me tiştekî li ser dîrok û ziman û çanda xwe nizanin û hatine pişifandin û bi civaka dêriyan re hatine guncandin,lê dîsa ez ji te memnûnim ku te ev agahiyên gelekî bi nirx û girîng û pêdivî li ser Kurdan bi giştî û hoza Hemawend bi taybetî dane min.
**Kurteyek ji bo nasîna Salihê Heydo :
Salihê Heydo, rewşenbîr, nîvîskar û helbestvanekî kurd e. Salihê Heydo li 6ê adar a 1956an de li gundê Hesê Ûso ku dikeve ser devera Amûdê parêzgeha Hesekê ji dayik bûye ew niha li Rojavayê Kurdistanê dijî
Xwendina seretayî li gund û ya navendî li bajarê Hesekê xwendiye, di sala 1970î de dest bi nivîsandin û xewndina zimanê kurdî ya bi tîpên latînî digel tîpên kurdiya kirîlîk ku kurdên Ermenistan, Gurcistan û Azerbêcanê pê dinivîsandin kiriye û helbest û nivîsandinên xwe li ser rûpelan dane belavkirinê û hûnandinê, di sala 1975an de pirtûkên xwendina zimanê kurdî ji pola yekem heya şeşan afirandiye, di gel wêne û resmên di hindirê wan de, ji ber ku ji hêla şêwekariyê de jî ne bê par e, her wiha zane li piraniya amûrên sazê jî bide, weke tembûr, biziq, berbet (ûd), cumbiş, bilûr û cotik. Her wiha kar û xebatek berfireh di warê folklor û zargotina kurdî ya kurmancî de kiriye, ji gencîneya ku berev û şirovekiriye tev deq û mijarên temam û şirovekirina wan ev in:
- 3000 dûrik ji folklorê kurdî berevkirine û hemî şirovekirine tev noteyên wan yên muzîkî di gel cih û dever û herêmên wan ku ew jî yên paleyê, destarhêrandinê, qirşvanî yê, cûnîkutê, savarkelînê, bêrî-vantîyê, dewkilandinê, dêranê, kirîvantiyê, govendîyê, berbûkîyê, giranîyê û bêlûteyên feqehan.
- 4000 pend û gotinên pêşîyan (metelok û edyom).
- 1500 sirûdên lîstikên zarokan, digel şirovekirin û danasîna herêmên wan.
- 500 çîrokên folklorî yên şevbuhêrkan.
- 500 qinyatên kudewarî yên civakî.
- 1000 têderxistinok û zûgotinokên kurdî.
- 7000 wêneyên keç û jinan digel yên mêran bi cil û bergên resen yên folklorî ji her çar perçeyên Kurdistan û dever û herêmên kurdnişîn.
- 100 sîdî bi deng û reng digel keç û xortan û jin û mêran û saz û awazên kurdî yên resen herêm bi herêm gund bi gund.
- Salihê Heydo li her perçeyên Kurdistanê geriyaye ji bo belgekirina û berevkirina folklorê kurdî.
Ji hêla Enstîtuya Kelepora Kurdî de li Herêma Kurdistanê ev nasnav lê bûne: "Enstîtuya Gerok", "Helbestvanê bi lebt û liv", "Helbestvanê Gerrok", "Googlê Kurdî", "Googlê Rojava", "Pîrê zimanê kurdî", "Derwêşê folklorê kurdî", "Pirtûkxaneya Guhêzok", "Kesayetiyek nepeyda", "Seriyê pir Şepol", "Dîroka zendî", "Mezintrîn folklornas li her çar perçeyên Kurdistanê"
Jêder: Wîkîpediya
XELAT
