Cegerxwîn û Şêrejina Ermenî

Cegerxwîn û Şêrejina Ermenî

Nivîskar: Konê Reş

Her ku bêhna min teng dibe, diçim serdana dostê xwe (Bavê Şivan: محمد مرفوع )..Bakî ji ber sere xwe berdidim.. Ew yek ji dostên Cegerxwîn bû. 

Wî gelek helbestên Cegerxwîn ezber kirine..  Di serdana îro de, Ji min re çîroka Cegerxwîn û mêranya jina Ermenî got:

(Xaniyê Cegerxwîn li Qamişlo nebû.. Her pêlekê diket xaniyekî de wek xanyê; Silêmanê Hecî Hesen, Abdulayê Bedro, Silêmanê Cumaa.. Di sala 1960î de, heyamê yekîtiya Sûrî û Misrê Cegerxwîn di xanîkî taxa Ermeniyan de bû.. Di wan salan de jî zulm û zora emniyeta rêjîmê bi serokatiya Hikmet Mînî li ser kurdan zor mezin bû..

 Li kurdperweran digeriyan û ew digirtin.. Cegerxwîn jî yek ji wan kurdan bû.. Carekê êrîşî mala Cegerxwîn li taxa Ermeniyan dikin ku wî jî bigirin..

Hin Ermeniyên ku li Çayxaneya Xelo rûniştî bûn, Cegerxwîn agahdar dikin, hema Cegerxwîn xwe ji mal dide alî û derbasî mala cîranekî xwe yê Ermenî dibe..

Jina cîranê wî derî li wî û Kurê xwe yê di dergûşê de digire.. Çendî zilamên emniyetî dixwazin derbasî mala wê bibin, ew razî nabe û nahîle derbasî mala wê bibin..

Piştî ku zilamên emniyetê dirin, Cegerxwîn ji jinka Ermenî re dibêje: Ma hilqasî kurê te giriya.. jinik lêvedigerîne; Dengê wî dihat min.. Hema te destê xwe danîba ser devê wî û nehişta bigiriya.. fetisîba jî xem nedikir.. Min ê yekî din anîba.. Lê yên wek te zore ku hayela jin karibe wî bîne.. ).

 

XELAT